HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 18’ê cotmehê de di danê nîvro de li navçeya Şirnexê Beyşebabê li dijî Geliyê Karçanê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

2. Di 18’ê cotmehê de di navbera saet 22.30’an heta 19’ê cotmehê saet 01.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Ava Gûzê, Kaniya Kala, Bêtlal, Kanî Sêvê, Geliyê Alaniş, Geliyê Şehîd Viyan, Girên Partîzan, Alaniş û Sîser ku bi ser Heftenînê ne ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 16’ê cotmehê de operasyona ji aliyê Artêşa TC’ê ku li navçeya Şirnex Silopîyê destpêkiribû li dijî Banê Sêrga û Ava Hêzil berdewam dike.

19 Cotmeh 2010

Navenda Çapemênî-Ragihandin a HPG