ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24 Gulanê de di saet 08.00'an de dema artêşa Tirk a dagirker ji bo çêkirina qerqola li herêma Gerdiya gondê Derîkê ya bi ser navçeya Şemzînana Colmêrgê 3 wesayîtek alavê ji bo qereqolê vediguhest ji aliyê gerîlayên me ve guleberdanê hişyarî hatiye kirin. Her weha di 23 Gulanê de saet di navbera 18.00 û 19.00'an de yekîneyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker yên derkitine operasyonê li bejahiya gondên Gelîşîm û Meleyan ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî leşkerên derketîn operesyonê bi guleberdanê hişyarî hatiye kirin.
2. Di 23 Gulanê saet di 16.00'an de li derdora gondên Pahnê, Mahmudan, Xiraba yên girêdayî navçeya Genc ya Çewlîkê tevgera helîkopterên kobra hatiye kirin. Bi şev saet 23.30'an de bi alîkariya helîkopterên kobra operasyon hatiye destpêkirin. Li herêmê bi helîkopterên skorskî veguhestina leşkeranya herêmê çêbû. Ev operasyon heta neha berdewam dikê. Her weha di 23 Gulanê de saet di 16.00'an de artêşa Tirk a dagirker li gondên Kolsa û Bahçe yên girêdayî navçeya Farqîn ya Amedê operasyonek daye destpêkirin. Di navbera saet 17.00 û 18.00'an de dijmin bi helîkopterên skorskî veguhestina leşkeranya herêmê çêbû. Opersayon hatiye destpêkirin li herêma Hacî Çerkez ya Amedê berfirh buye. Ev operasyon heta neha berdewam dikê.
24 Gulan 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê