HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Bendava Germavê bendaveke ku tevahiya gelê Kurdistanê û raya giştî ya demokratîk-ekolojîk li dije. Ev bendav hem ji bo daneheviya çanda Mezopotamya Heskîfa kevnare di binê avê de bihêle tê çêkirin hem jî bi vê bendava xwedî armancên leşkerî re hewl tê dayîn herêma me ya navbera Botan-Amedê bê girtin. Ji bo rawestandina çêkirina Bendava Germavê di 22'ê Gulanê de bi armanca hişyarkirinê, hin wesayîtên xizmet ji çêkirina bendavê re dibirin, hatin şewitandin. Li herêmê bi leşkerên artêşa Tirk a dagirker re ji bo demeke kurt pevçûn derketiye. Der heqê detayên pevçûnê de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.

1. Di 22'ê Gulanê saet di navbera 05.30 û 06.00'an de li qereqola artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Gerdiya û Dêrik ên navçeya Colemêrg Şemzînanê tê çêkirin gerîlayên me bi armanca hişyarkirinê gule hatiye reşandin, Di heman rojê saet di navbera 11.00 û 12.00 de li vê herêmê balafirên keşfê yên bê mirov geriyane.

2. Di 22'ê Gulanê saet di navbera 15:00 û 16:00 de ji Qereqola Oremar a ser bi navçeya Colemêrg Geverê artêşa Tirk a dagirker bi topên obusan quntarên Gomanike û girê Şehîd Rahîme. Hêzên me yên gerîla di heman demê de bersiva vê topbaranê dane.

23 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê