Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ev demeke li Çewlikê li dijî Zozanên Şirnan û Kamyanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî operasyoneke bi rengî kemîn vedanê hatiye destpêkirin. Di 12'ê Gulanê de di saet 22.00'an de di navbera gerîlayê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin herweha di vê pevçûnê de tu wendahiyê gerîlayê me nebûye. Di 13'ê Gulanê de di saet 05.00'an de bi daxistinan operasyona li herêmê hatiye berfirehkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
2. Di 12'ê Gulanê de di navbera saet 15.00-16.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî derdora gundê Giranaü Museka û Mêrgê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 13'ê Gulanê de 04.00-05.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Mamreşo, Avaşîn û Avabasya ya bi ser Zagrosê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
13 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê