Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7'ê Gulanê de di saetên serê sibê de li navçeya Tetwana Bêdlîsê li dijî gundên Engesor û Bilikayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 19.00'an de di navbera gerîlayê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna heta 8'ê Gulanê saet 08.00'an berdewam kirî de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di van pevçûnan de 5 gerîlayê me jî bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Di vê pevçûnê de hevalame Mizgîn - Şukran Îmaç, beriya niha di pevçûna 24'ê Adarê li navçeya Hîzana Bêdlîsê agahiya şahadeta wê derbas dibû, lê ev hevala me di pevçûna 7'ê Gulanê de li gel 4 hevalê xwe yê din gihîştiye şahadetê.
Nasnameya hevalên me yê gihîştinê şahadetê:
Nasnav: Mizgîn Garzan |
Mîzgîn - Şukran Îmaç
Nasnav: Mazlum Aslan |
Mazlûm Aslan - Yûsûf Aslantaş
Nasnav: Bawer Hakkari |
Bawer Hakkari - Cahîd Kutluk
Nasnav: Amed Qamişlo |
Amed Qamişlo - Delil Muhammed Saruxan
Nasnav: Sema Pasûr |
Sema Pasûr - Fatma Yavûz
13 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê