Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25'ê Îlonê di saet 12.00 de artêşa Tirk a dagiker bi piştgiriya helîkopterên kobra û skorsky li qada Ş. Serxwebûn a Çewlikê dest bi operasyonê kir. Artêşa Tirk di operasyonê de qadên Ferxan, Dallitepe, Koz, Karer, Gol, Mêrga Mi, Kanyan û Beşlerê da ber xwe û operasyon dorfireh kir. Li ezmanan jî bi balafirên kefşê herêm hatiye şopandin û bi şev jî kemîn hatine danîn. Îro danê sibê jî bi helîkopterên kobra leşker li herêmê hatine zêdekirin. Operasyon dewam dike.
2. Di navbera 24-25'ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker li qada Apê Mûsa ya Amedê kemîn danîne. Her wiha li derdora Qereqola Hegasor yekîneyên leşkerî yên veşartî hatine bicihkirin.
3. Di 25'ê Îlonê di saet 10.00 de, konvoyek leşkerî ya ji 20-30 maşînên artêşa Tirk pêk dihat derbasî navçeya Sêrt Berwariyê bûye, artêşa Tirk a dagirker li herêma gundên Osyan, Heşet, Evrex û Kelika Miho dest bi operasyonê kir û hêzên xwe yên li herêmê veguhastiye qada operasyonê. Li vê herêmê, liv û tevgera helîkopterên Skorskî û Kobra dewam dike.
4. Di 25 Îlonê de bi balafirên kefşê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li qada Çiyayê Bagokê ya Mêrdînê keşf hatiye kirin, her weiha li qadê helîkopterên bi tîpa Skorskî digerin.
5. Di 24'ê Îlonê de li herêma Heftanînê û di 25'ê Îlonê de jî li herêma Gare'yê balafirên artêşa Tirk ên keşfê geriyane û keşf kirine.
26 Îlon 2013
Navenda Çapemenî–Ragihandina HPG