HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di roja 30'ê Îlonê saet di 04:00 de li bejahiya navçeya Colemêrg Şemzînanê li derdora gundê Gelîşîm, Bogaza Tehta Sila û Tepê Kanalan 150 leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gel piştgiriya helîkopterên kobra derketine operasyonê. operasyon piştî nîvro xwe ji herêmê vekişandine.

Di daxuyaniyê de der barê kemîn û veguhastina leşkerî ya li navçeya Mêrdîn Kerboranê de jî agahî hatin dayîn.

2. Di navbera 29'ê Îlon û 1'ê Cotmehê de li qadên Berizivê, Germaro, Deraca û Miştê yên ser bi navçeya Mêrdîn Kerboranê, bi piştgiriya cerdevanan kemînên artêşa TC a dagiker dewam dikin. Dîsa, cerdevanên ji gundê Kerbend û Girê jî tev li van kemînan dibin. Her wiha bi maşînên zirxî artêşa Tirk leşker veguhast qereqola Kilikê.

1 Cotmeh 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê