HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 8’ê kanûnê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî neqeba Sinahtê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin.

2. Di 5’ê Kanûnê de di saet 23.00’an de li navçeya Cizîra Şirnexê li taxa Nûhê li dijî Fermandariya Tabûra Hidûdê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm çar leşker birîndar bûye.

9 Kanûn 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê