Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Mijdarê de di saet 18.30’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî qereqola Girê Hisên a li ser riya hevirmêşê rê kontrol dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, avahiya qereqolê agir girtiye û piştî çalakiyê bi 20 deqan embûlans hatine cihê çalakiyê.
2. Di çapemeniya şerê taybet a dijmin de di derbarê operasyona di destpêka meha Kanûnê de li dijî Amanosan hatibû lidarxistin bi rojan nûçeyên derew hate belavkirin û qaşo dihat gotin di van opersayonana de gerîlayên me derbeyên giran xwarine, 13 gerîlayê me şehîd ketiye û 5 rêhevalê me jî dîl ketiye dest. Fermandariya Biryargeha me ya Navendî di vê mijarê de daxuyaniyek da û ev nûçe derewand. Fermandariya me da xuyakirin ku” Artêşa dagirker a tirk û amûra herî bi hêz a şerê taybet di tevahiya sala 2012’an de di tevgerên şoreşgerî yên ji aliyê gerîlayên me ve hate lidarxistin, derbeyên giran xwarin û nekarîne vê rastiyê ji gel û raya giştî veşêrin. Artêşa dagirker a tirk şert û mercên demsalê jî li ber çavan girtiye û her cure teknîka di destê xwe de bikaraniye û xwestiye bi nûçeyên bi vî rengî derew, serdestiya psîkolojîk a wendakiriye bixe destê xwe. Bi vî rengî jî dîsa xwestiye morala gelê mê bi van nûçeyên derew xira bikin. Qaşo opersayona berfireh a di çapemeniya tirk de bi rojan hate vegotin, Dortyol, Îskenderûn û Osmaniye daye ber xwe lê weke dane xuyakirin, ne serkeftina wane, tenê bi van derewên pûç û vala xwe xapandine. Divê gelê me guh nedin nûçeyên derew ên artêşa dagirker a tirk û çapemeniya wê ya berdewkiya wê dike û heta ji aliyê me ve di derbarê bûyeran de daxuyaniyek neyê dayîn ji wan nûçeyan bawer neke.”
8 Kanûn 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê