Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 18’ê tîrmehê de artêşa TC’ê hawan û obûsan avêtiye Qadên Parastina Medya gundê Gisnê ku girêdayî Zapê ye.
2. Artêşa TC’ê ku di 15’ê tîrmehê de li hember qadên Faraşîn, Kela Cengê, Kato Marînos, Mezra Marînos û Meydana Zengelê dabû destpêkirinê, ber bi qadên Siwarê Xelîla û Girê Berê Reşo hatiye berfirehkirinê.
3. Artêşa TC’ê di 11’ê tîrmehê de li hember qada Gabarê ku girêdayî Şirnexê ye operasyonek daye destpêkirinê. Di dema bombebarîna qadê de hevalê me yê bi navê Serxwebûn (Fahrettîn Kuzu) di êrişeke firokeyên kobra gihîştiye şehadetê.
Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;
Serxwebun Qoser |
19 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê