HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 17’ê tîrmehê de artêşa TC’ê qadên Qursê Keça, Girê Yildiz û Girê Şehîd Adil şewitandine. Piştî li qadan agir destpêkiriye, qad bi firokeyên kobrayan hatiye bombebarînkirinê. Li qadan eydî artêşa TC’ê yekîneyên tîmên taybet ên biçûk li qadan hatine hiştin û hewl didin kemînan bavêjin û xebatên keşfî bikin.

2. Di 14’ê tîrmehê de artêşa TC’ê li qadên Aylova, Zînê, Pakenkê, Elê û Astengê ku girêdayî Colemêrgê ne operasyonek daye destpêkirinê. Operasyona ku firokeyên kobra beşdar bûne û qadan bombebarîn kirine, di 15’ê tîrmehê de bêyî ku encamek bigire bi paş ve vekişiyaye.

18 Tîrmeh 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê