Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 26'ê Hezîranê saet 04.30'an çalakiyeke birine ser kozika nobetê ya qereqola Bûbo ya Bazidê ya Agiriyê. Di vê çalakiyê de hêzên me gelek gole li wan reşandin, gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 çekên giran ên A4 ên li kozikê hatine tinekirin. Artêşa dagirker a TC'ê ku piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe rakirin, li qadên derdorê bi awayekî serûber gole reşandiye.
2. 26'ê Hezîranê hêzên me saet 19.15'an di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî cihê kontrolê ya artêşa TC'ê ya dagirker a li dehma Derava Qesranê ya di nav sînorên navenda bajêr a Çelê Colemêrgê de çalakiyek li darxistin. Di vê çalakiyê de kozik û wesayitên zirxî yên dijmin bûne hedef û berbiçav 1 leşker hatiye kuştin.
3. Belafirin şer yên artêşa tirk a dagirker herêmên parastina medyayê bombeberan kirin. Di vê çarçovê de;
27'ê Hezîranê (îro) saet 07.50'î balafirên şer qada Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê bombe kiriye.
26'ê Hezîranê di naveyna saet 01.00 û 03.00'an de belafirên şer qada Kesta ya Metîna û Girê Şehîd Piling bome kirine.
Eynî rojê derdora saet 13.00'n belafirên şer qada Kunîşka ya Zapê bombe kirine. Di encama vê bombekirinê de şewat li çiyê derketiye.
Dîsa eynî rojê saet 17.20'An belafirên şer li nêzî Gundê Goşîne yê li herêma Xakûrkê 2 wesayitên welatiyên sivîl bombe kirine. Di encama vê bombekirinê de welatiyê sivîl ê bi navê Mansûr Nafîh hatiye qetilkirin, 3 sivîl jî birîndar bûne.
Ev êrîşên ku artêşa TC'ê ya dagirker bi zanebûn dike, careke dî nîşan dide ku êrîşeke mezin tîne, ku hedef ne tenê Tevgera Azadiyê ye lê her wiha hemû gelê herêmê ye. Dijminatiya li Kurdan a dewleta faşîst a TC'ê ya ku gelek caran sivîlan û jîgehên sivîl dike hedef nîşan dide û her wiha tê dîtin ku hewl dide hemû herêmê ji mirovan vala bike. Bi vê tevgera dagirkirinê re dewleta faşîst a TC'ê dixwaze Başûrê Kurdistanê bi tevahî kontrol bike, gel di bin mêtingerî û dagirkeriya xwe de bihêle. Ên ku çavê xwe ji van êrîşên dewleta TC'ê ya dagirker re digrin û dibine sedema mirina sivîlan, bi hindikayî bi qasî dagirkeran hevkarên sûc in. Ev êrîşên dewleta TC'ê ya dagirker bi temamî dijî berjewendiya gelê Kurdistanê ye û yekîtiya netewî dike hedef. Dagirker bi van êrîşan dixwazin yekîtiya netewî ya Kurdan parçe bikin. Gelê me li dijî van dagirkeran ku ti mafê wan tine ku êrîşê bînin divê raweste û destûrê nede ku xwîn ji bêvila yek mirovê Kurd jî were. Em Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê diyar dikin ku ti êrîşa li ser gelê Kurd wê bêbersiv nemîne. Di serî de malbata welatiyê me Mansûr Nafîh ku di vê êrîşa bebext de şehîd ketî, em serxweşiyê ji hemû gelê Başûrê Kurdistanê dixwezin.
27’ê Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê