HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî Û Rayagiştî Re

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên hêzên me didome. Hêzên me derbên giran li dagirkeran xistin. Kitekitên çalakiyan wiha ne;

Di 24’ê Hezîranê de saet 10.00’an de hêzên me li Girê Şekîf ê herêma Xakurkê li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Di heman rojê de êvarî artêşa Tirk a dagirker xwestiye li qada Derava Xezalkê ya di navbera Colemêrg û Çelê de operasyonekê bide destpêkirin. Yekîneyên dijmin ên ku hatine qadê ketine bin kontrola hêzên me. Yekîneyên dijmin demeke dirêj hatine şopandin û saet 20.30’an de bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hêzên me ji du milan ve li wesayîta zirxî ya Kîrpî dane û vê wesayîta zirxî îmha bûye. Piştî çalakiyê wesayîta zirxî ya Kobra jî hatiye qadê û hêzên me dîsa ji 2 milan ve li vê wesayîtê dane û ev wesayît jî îmha bûye. Wesayîtên zirxî yên li qadê jî bûne hedefa hêzên me û gelek wesayît ji qadê reviyane. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî îmha bûne û 23 leşkerên dijmin hatine kuştin. Hêzên dijmin heta şev bi alîkariya firfirokên hewayî yên bêmirov leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye û sibehê jî enkaza wesayîtan ji qadê rakiriye.

Di 25’ê Hezîranê de saet 08.30’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li çeper û stargehên leşkeran dane û li vê derê 2 leşker hatine kuştin.

Di heman rojê de saet di 12.30’an de hêzên me du helîkopterên Kobra yên ku ji Çelê diçûn Colemêrgê kirine hedef. Hêzên me li helîkopterekê dane û vê helîkopterê derb xwariye û xwe ji qadê vekişandiye.

Di heman rojê de saet 13.00’an de hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li qada Deriye Pen a Govendê ya Şemzînanê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Bi vê çalakiyê re hêzên me saet 13.15’an de li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Tepê Xwedê ya li Avaşînê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Piştî van çalakiyan artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qadê dane. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristanan ketiye. Yekîneyên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

2. Di 20’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Herekolê ya Sêrtê operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Di 21’ê Hezîranê de saet di 10.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker û helîkopteran qadên Bêmereşê, Şehîd Canxort, Şaşik û Kunavê bomberdûman kirine. Piştî vê bomberdûmanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşker bera nav qadê daye. Hêzên dijmin ên ku li qadê geriyane, di 22’ê Hezîranê saet di 12.00’an de bêyî ku encamekê bi dest bixin, ji qadê vekişiyane. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe diyar kiriye ku 6 gerîla şehîd bûne. Ev nûçe derew in û di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin. Divê gelê me û raya giştî guh nedin van nûçeyên derew. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

3. Roja 22’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li herêma gundê Qenca yê navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyon da destpêkirin. Heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker saet 21:30’an bi giranî herêm bombebaran kir. Di vê bombebaranê de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

4. Roja 22’ê Hezîranê hêzên me li herêma Çemçê ya navçeya Qagizman a Qersê kontrayê bi navê Suleyman Guldere ceza kirine. Ev şexsê han bi dewleta Tirk a dagirker re kar dikir, di sala 2010’an li navçeya Qaxizman a Qersê di şehadeta hevreyên me Firat Mûnzûr (Gokmen Akpolat) û Harûn Şiyar (Alî Cîlo) rol girtiye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danîn û cenazeyê kontra ji herêmê rakir. Çapemeniya Tirk a dagirker nûçeyên ku vî şexsî weke şivanekê dide nîşandan parve dike û vî şexsî weke kesekî masûm dide nîşandan, ev ne rast e. Kesên mîna vî ku di şehadeta hevrêyên me de rol bileyzin li ku derê bin wê cezayê pêwîst were dayîn.

5. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de;

Roja 24’ê Hezîranê balafirên şer di navbera saet 23:00 û 00:00’an de bombe li Deşta Kafya ya herêma Gare barandin.

Roja 25’ê Hezîranê saet 08:00’an balafirên şer bombe li herêma Xinêrê ya Xakûrkê, saet 08:30’an û 12:00’an de jî bombe li Tepê Hakkkarî yê herêma Metînayê barandin.

Roja 26’ê Hezîranê (Îro) saet 07:30’an balefirên şer herêma Kelaşîn a herêma Xakûrkê bombebaran kirine.

Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

26’ê Hezîranê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê