Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Cotmehê de li Agiriyê li dijî derdora gundê Kaderçavuşa bi ser Gilîdaxêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 3’ê Cotmehê de di saet 18.00’an de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê du çalakiyên cuda lidarxistine . Di encama her du çalakiyan de 2 çeperên dijmin hatine rûxandin, 6 leşker jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk ên kuştî û birîndarê xwe bi wesayiten zirxî ji herêmê dûr xistiye. Herweha hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî li herêmê hewldanên keşfê û kemîn vedanê berdewam dike.
Di 3’ê Cotmehê de di saet 20.45’an li navçeya Sariqamûşa Qersê li nêzî Gundê Yagbatanê li dijî xeta lûleyan a petrola Baku-Ceyhanê ji aliyê gerîlayen me ve çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin.
2. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya li navçeyên Şemzînan , Gever û Çelêya Colemergê berdewam dike çalakî û pevçûn berdewam dike.
Di 4'ê Cotmehê de (îroj) di saet 00.40'an de li dijî karwaneke leşkerî ya ji Geverê ber bi Şemzînanê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve li navbera Şapata û Radiolînkê de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke kîrpiyê hatiye rûxandin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 4'ê Cotmehê de (îroj) di saet 02.30'an de li dijî karwaneke leşkerî ya ji Şemzînanê ber bi Geverê ve diçe ji aliyê gerîayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Ev demeke li navçeya Şemzînê li dijî paleyên Garê û Malayan de ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Ji ber artêşa dagirker a tirk rastî berxwedana gerîlayên me hatine, nekarîne pêş de werin û naçar mane gaveke xwe bidin paş. Operaysona li herêmê hîn jî berdewam dike.
Di 3'ê Cotmehê de di saet 22.00'an de li Geverê di navbera girên Serengîl û Memîşta de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna nîv saetê berdewam kirî de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 4'ê Cotmehê de (îroj) di saet 09.00'an de li Gundê Gite yê biser Gevêrê helîkoptereke skorskyê ya xwestiye li herêmê daxîne rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û naçar maye bê ku dakeve ji herêmê dûr ketiye.
Di 3'ê Cotmehê de ji saet 07'ân heta niha li dijî herêmên Çarçela û Mêrgezerê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin.
3. Serokê AKP'ê yê bajarê Colemergê Abdûlmecîd Tarhanê ev demeke di destê gerîlayên me de bû piştî kar û barên hiqûqî û îdarî bidawî bûye serbest hatiye berdan.
4 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê