Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Cotmehê de li navçeya Norşîna Bedlîsê li dijî derdora gundên Mistak, Sez û Mizoriyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna wesayitên zirxî û bi bomberdimana dijwar operasyonek hatiye lidarxistin . Operasyona bi dijwarî herêmê bi hewan, obus û çekên giran hate bombekirin di 2'ê Cotmehê de paş ve vekişiyaye. Di encama bombebarana dijmin de rêhevaleke me gihîştiye şahadetê.
Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav : Serxwebun Amed |
2. Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Şemzînan, Çelê û Gevera Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve hin çalakî hatiye lidarxistin.
Di 1'ê Cotmehê de di navbera saet 08.00-18.00'an de li dijî girê ewlekariya Alaya Bîlîcanê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di 2'ê îlonê de di navbera saet 06.00-07.00'an de li dijî girê ewlekariya Alaya Bîlîcanê digire cara duyemîn çalakiyeke din li darxistiye. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî van çalakiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji bejahî hêz veguheztiye alayê û kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Herweha heta danê êvarî ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora xwe bê ser û ber bombebaran kiriye, piştî bombebaranê lidijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
Di 1'ê Cotmehê de di saet 12.00'an de li dijî leşkerên li girê Konserve û Gostêyê opersyonek lidarxisitibûn, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiya li dijî leşkerên dixwestin ber bi paleyê Ranyapîrê ve biçe pevçûnek demkurt qewimiye. Di encama vê çalakî û pevçûnan de 3 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, dijminkuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî vê çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk heta saet 18.00'an bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombebarankirin.
Di 2'ê Cotmehê de di navbera saet 04.00-05.30'an de li dijî leşkerên dijmin ên xwestiye derkeve paleya Garê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
Di 1'ê Cotmehê de di saet 21.30'an de li navenda Colemergê li nêzî Gundê Dizê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî karwaneke leşkerî çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî hatiye texrîpkirin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 2'ê Cotmehê di saet 15.00'an de li Geverê li dijî helîkopterên skorskyan ên ji Geliyê Doskî û Mergezerê tên û ji bo leşkerên derdora Gipê û Girê Çetan de operasyonê lidardixînin, cebilxane û alavên leşkerî vediguhezîne ji aliyê gerîlayên meve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de ji aliyê gerîlayên me ve rê nehatiye dayîn û skorsky nekarîn li herêmê daxînin. Operasyona artêşa dagirker a tirk a li herêmê hîn jî berdewam dike, herweha li girên stratejîk ên li herêmê çekên giran hatine bicîhkirin.
Ji 2'ê Cotmehê de ji saet 07.00'an heta 3 Cotmehê (vê sibê) danê sibê li dijî herêmên Cîlo û Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha di 2 Cotmehê di navbera saet 18.30-20.30'an de li dijî heman herêman bi balefirên şer hatiye bombekirin.
3. Di 2'ê Cotmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî Zozanên Faraşînê bi piştgiriya helîkopteran operasyonek hatiye lidarxistin Operasyona li herêmê di heman rojê di saet 15.00'an de paş de vekişiyaye.
4. Di 2'ê Cotmehê de danê êvarî li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî Kirê Hallaç û Demîrkapiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
3 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê