ji çapemenî û raya giştî re!
Li dijî êrîşên artêşa Tirk, çalakiyên bersivdayînê yên hêzên gerîlayên me didomin. Di çalakiyan de 18 leşker hatin kuştin û derb li helîkoptereke Skorsky hat xistin.
LI MERGÊZERÊ 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di êvara 27'ê Îlonê de artêşa Tirk li herêma Mergêzerê ya navçeya Colemêrg Geverê dest bi operasyonê kir. Di 28'ê Îlonê de hêzên me yên gerîla ji 2 baskên cuda li hemberî vê operasyonê çalakiyek pêk anîn. Bi derbên xurt ji du baskan ve li hêza operasyonê hat xistin û di encamê de 14 leşker hatin kuştin. Agahiyên li ser operasyon û çalakiya li herêmê de, wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Di roja 26'ê Îlonê de saet di navbera 15:00-16:00 de, hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Helena ya li ser sînorê Xakurkê, bi çekên giran çalakiyek lidar xistin. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.
DERB LI HELÎKOPTERA SKORSKY HAT XISTIN
Di roja 27'ê Îlonê de saet di 13:00 de, hêzên me yên gerîla bi çekên giran li hemberî helîkoptereke bi tîpa Skorsky ya ji navçeya Colemêg Geverê diçû Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên xurt lê hatiye xistin û helîkoptera Skorsky ji ber van derbên xwarî, ji herêmê derket.
LI METÎNA ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN
Di roja 28'ê Îlonê de saet di 10:00 de, li hemberî leşkerên li ber qereqola Girê Aruş ê li ser sînorê herêma Metîna, bi çekên giran çalakiyek hat kirin. Hejmara kuştî û birîndarên li vê qereqola ku derbên giran xwar, nehat zelalkirin.
LI GABARÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di roja 28'ê Îlonê saet di 15:30 de, tîma me ya sûîqestê ya Şehîd Harûn, weke bersiv ji êrîşên li hemberî şehîdgehên me, li hemberî Alaya TRT'ê ya li herêma Gabar a Botanê çalakî lidar xistin. Di van çalakiyên sûîqestê yên li vir de 3 leşker mirine û piştî çalakiyê helîkopterên Skorsky windahiyên xwe ji herêmê derxistine. Artêşa Tirk ji Alaya TRT û qereqola Girê Cotyarê, obus û hawan avêt qadên gerîlayên me.
Di êvara 28'ê Îlonê de saet 21:00 de, li navçeya Şirnex Silopiyayê hêzên me yên gerîla li hemberê xeta Elektrîkê ya bingehîn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Dîrekekî li vir hatiye rûxandin, yê din jî derb lê hatiye xistin.
LI NAVENDA AMEDÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ POLÎSAN
Di roja 28'ê Îlonê de saet di 17:30 de, li navenda bajarê Amedê li dijî tevgera zêde ya leşkerî ya artêşa Tirk, tîmeke me ya gerîla, kemîn danî pêşiya konvoyeke ji 4 wesayîtên zirxî yên kîrpî û 12 otobusan. Di vê çalakiyê de 2 otobus hedef hatine girtin û derbên bi bandor li wan hatine xistin. Di çalakiya ku 5 polîs birîndar bûn de ji bo demeke kurt şer derket. Ev tîma me ya gerîla bi saxlemî vegeriya baregehên xwe. Nûçeyên di medya şerê taybet de tên weşandin, derew in.
Di şeva 27'ê Îlonê de saet 00:00 de, operasyona bejahî ya artêşa Tirk a li sêgoşeya navçeyên Amed Lice, Karaz û Hênê hat destpêkirin, li gundên Batatê û Koçeran ên Hênê û gundê Qeynterê yê Karazê dorfireh bûye. Ji ber ku 2 helîkopterên Kobra derdora gundê Batatê bomberdûman kirin, şewat derket û ev herêm weke herêma qedexekirî hatiye îlankirin. Ev operasyona bejahî di berêvara 28'ê Îlonê de bi awayekî bê encammayî bi dawî bû.
LI HEMBERÎ STASYONA BAZÊ ÇALAKÎ
Êvara 28'ê Îlonê de saet di 21:30 de, li hemberî stasyoneke bazê ya Avea ya li ser rêya Îpekê ya navçeya Amed Farqîn û Êlihê, tîmeke me ya sabotajê çalakî pêk anî û di encamê de stasyon hat rûxandin.
TI ELEQEYA TÎMÊN ME BI SIVÎLÊN HATINE QETILKIRIN RE NÎNE
Dewleta Tirk li navçeyên Amed Bismil, Sûr û Peyasê bi zanebûn welatiyên sivîl qetil dike û berpirsyariya wê dixe stuyê gerîlayên me. Ti eleqeya yekîneyeke me ya rêxistinî bi bûyerên qetilkirina sivîlan re nîne.
SEWQIYATA LEŞKERÎ TÊ KIRIN
Ev 4 roj in artêşa TC, ji bo navçeyên Mûş Milazgir û Kopê û ji bo navçeya Erzîrom Xinûsê veguhastina leşkerî dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di çarçoveya van veguhastinan de wê operasyonek were destpêkirin.
Di şeva 28'ê Îlonê de saet di navbera 23:00-01:00 de, bi koordîneya 2 balafirên keşfê, balafirên şer qada Gelê Şêx Cûma yê Bedlîsê bomberdûman kirin. Şewata ji ber bomberdûmanê derketiye, didome. Di vê êrîşa hewayî de ti windahiyên hêzên me nîne.
ŞEHÎDGEHA XERZANÊ HAT BOMBEKIRIN
Di roja 29'ê Îlonê (îro) de saet di 03:00 de artêşa TC bi 2 helîkopterên Kobra Şehîdgeha Xerzanê û derdora wê, her wiha derdora gundê Olak ê Bedlîsê bombe kirin. Di operasyona bejahî ya danê sibehê li derdora Şehîdgeha Xerzanê hatiye destpêkirin de, ji bo şehîdgehên me xera bikin ku nirxên têkoşîna tevgera me û gelê me ne, maşînên kar anîne. Ev êrîşên artêşa TC ên faşîzan dewam dikin.
Di êvara 27'ê Îlonê de saet di 21:00 de li hemberî wesayîtên zirxî yên li nêzî qereqola Marîsû ya di navbera Êlih û navçeya Qabilcewzê de ye, tîmeke me ya gerîla çalakiya sabotajê pêk anî. Di çalakiya ku dema 3 wesayîtên Kobra derbas bûn de hat kirin, derb li wesayîtekê ketiye. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatiye zelalkirin. Sibeha 28'ê Îlonê de saet di 09:00 de rê ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin.
LI QISLEYÊ JI DU BASKAN VE ÇALAKÎ
Di sibeha 28'ê Îlonê de, li hemberî qereqola Dereova ya ser bi navçeya Dêrsim Qisleyê, hêzên me yên gerîlan ji 2 baskan ve çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 2 kûleyên qereqolê hedef hatin girtin û derbên xurt li wan hatin xistin. Encamên çalakiyê bi temamî ne hate zelalkirin, lê belê bi çav hatiye dîtin ku leşkerek miriye.
Di 28'ê Îlonê de saet 21:00 de, stasyonên bazê yên Avea, Turkcell û Vodafone yên li gundê Balica yê navçeya Dêsrim Qisleyê ji aliyê tîmeke me ya gerîla ve hatin şewitandin û bi temamî hatin rûxandin.
Ji 17'ê Tebaxê û vir ve rêyên navbera Dêrsim-Pulur û Pulur-Erzîngan di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ne.
LI TENDUREKÊ 3 GERÎLAYÊN ME ŞEHÎD KETİN
Di roja 24'ê Îlonê de artêşa Tirk bi gelek helîkopterên Skorsky û Kobra li herêma Tendurekê derket operasyonê. Li dû veguhastina hêzên leşkerî bi helîkopterên bi tîpa Skorsky, di navbera artêşa TC û gerîlayên me de şer derket. Di vî şerê roja 24'ê Îlonê de 3 gerîlayên me bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin.
Nasnamêyên Gerîlayên Me Yên Ku Şehîd Ketine Wuhaye:
Nasnav: Rêzan Eledag
Nav-paşnav: Veysel Şahîner
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Halîme-Omer
Dem û cihê jidestdayîna jiyanê: 24'ê Îlona 2015 / Agirî
Nasnav: Şahîn Amanos
Nav-paşnav: Alî Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Navê dê û bav: Tevrat-Tacettîn
Dem û cihê jidestdayîna jiyanê: 24'ê Îlona 2015 / Agirî
Nasnav: Merdan Rojhilat
Nav-paşnav: Mekîn Delaîmîlan
Cihê ji dayikbûnê: Rojhilatê Kurdistanê
Navê dê û bav: Xezal-Selehattîn
Dem û cihê jidestdayîna jiyanê: 24'ê Îlona 2015 / Agirî
Di roja 24 Îlonê de di operasyona şoreşgerî ya berfireh a 24 saetan li herêma Elkê ya Botanê de me dabû xuyakirin ku hevalê me Baz Mordem şehîd kete..Agahîye nasnameye hevalême berfîrehî bî vî rengîye.
Nasnav: Baz Mordem
Nav-paşnav: Onder Kaçar
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Cevahîr-Mûstafa
Dem û cihê jidestdayîna jiyanê: 24'ê Îlona 2015 / Elkê
BALAFIRÊN ŞER GELIYÊ DOSKÎ Û QADÊN BÎNBÎR BOMBERDÛMAN KIRIN
Balafirên şer ên Tirk Geliyê Doskî û qadên Bînbîr bomberdûman kirine .Sibeha 27'ê Îlonê de saet di 06:00 de Geliyê Doskî û qadên Bînbîr ên navçeya Colemêrg Geverê, ji aliyê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker ve hatin bombekirin. Tevî bomberdûmana balafirên şer, qereqolên Bezelê, Girê Remo û Şitaza obus û hawan avêtin qeden gerîlayên me.
BOMBERDÛMANA JI ALIYÊ ARTÊŞA TIRK VE TÊ KIRIN DIDOME
Ji saet 23:30 ê 28'ê Îlonê heta saet 10:00 ê 29'ê Îlonê, qereqola Bezelê ya navçeya Colemêrg Şemzînanê obus û hawan avêtiye herêma Herkî.
Di roja 28'ê Îlonê de saet di navbera 18:00-19:30 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, qada Şehîd Gafûr a li herêma Avaşînê bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.
Di roja 28'ê Îlonê de saet di navbera 13:00-13:30 de qereqola Elemûn a li ser sînorê herêma Metîna ye, bi desteka pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê re, bi çekên giran gule li qada gundê Ketkê, di roja 29'ê Îlonê (îro) de saet di navbera 00:00-05:00 de bi desteka pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê re qada Şehîd Agir û Şehîd Lezgîn, bombardûman kir.
Di roja 28'ê Îlonê de saet di navbera 09:00-09:30 û 10:00-10:30 de qereqola Bilican a li herêma Zapê, Girê Hakan û derdora wê, saet di navbera 16:30-17:00 de jî qereqola Şker herêma li derdora bi çekên giran bombe kirin.
Di roja 28'ê Îlonê de saet di navbera 08:00-09:00 û 19:00-21:00 de li herêma Garê, saet di navbera 06:00-13:00 û ji saet 18:30 heta saet 01:00 ê nîvê şevê li herêma Zapê pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê geriyan.
Sibeha 29'ê Îlonê de saet di navbera 01:30-05:00 de li ser qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hatiye kirin.
Di roja 28'ê Îlonê de saet di nabear 08:30-21:00 de li herêma Qendîlê, saet di navbera 09:00-11:30 û saet di navbera 18:00-20:00 de li herêma Zapê, di roja 29'ê Îlonê saet di navbera 08:00-09:00 de li ser herêma Avaşînê balafirên şer geriyan.
29 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG