HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Li hemberî êrîşên artêşa Tirk çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayên me HPG/YJA Star didomin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

ŞIRNEX

 Li hemberî Operasyona Şoreşgerî ya li navçeya Elkê ya Şirnexê û derdor destpê kir, artêşa TC hejmarek zêde leşker û wesayîtên zirxî sewqî bajarê Şirnexê û derdor kirin. Di 26’ê Îlonê de di danê êvarî artêşa TC li derdora alaya Çemanê operasyonek da destpêkirin. Operasyonê, di 27’ê Îlonê de saet 06.00’an gundên Setkarê û Gelijêrê jî girt nav xwe û berdewam kir. Li hember leşkerên ku li navbera gundên Setkarê û Gelîjêrê, hêzên gerîlayên me çalakiyek bi bandor li dar xist. Di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de gerîlayê me yê bi navê xwe Çiya, heta guleya xwe ya dawî bi artêşa TC re şer kir û bi qehremanî şehîd ket.

agahiyên nasnameya gerîlayê meye ku  li Elkê şehîd kete wuhaye:

ciya bayram_small

 

 

Nasnav: Çiya Kahraman

Nav-Paşnav: Bayram Kayar

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayik-bav: Bege – Sadî

Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Îlona 2015 / Elkê

 

 

Her wiha, gerîlayên me li hember konvoyek ji Çemanê diçû Elkê jî çalakiyek sabotajê pêk anî. Di vê çalakiyê de pevçûn heta saetên êvarî berdewam kir, artêşa TC jî qada çalakiyê bi balafirên şer, obus û hawanan bomberdûman kir. Detayên pevçûna heta êvarî domkirî piştî agahî bi dest bikevin, wê bên ragihandin.

Ji 27’ê Îlonê danê sibê ve artêşa TC rêya ji navenda bajara Şirnexê diçe Elkê girtiye.

DÊRSIM

Di çarçoveya operasyona artêşa TC li Dêrsimê pêk tîne de, di 26’ê Îlonê de saet 14.30’an helîkopterên Kobrayê herêma Demîrkapi ya girêdayî navenda Dêrsimê rasterat bomberdûman û gulebaran kir. Her wiha, saet 17.30’an 4 helîkopterên Skorsky li mezrayên Demîrkapi, Dagmezrasi, Çilda, Çewlik Vadîsî, Xeçîkê, gundên Arman, Kalamduzu û derdorên wan leşker danîn. Piştî danîna leşkeran, helîkopterên Kobrayê heta êvarî saet 18.00’an derdora van qadan rasterast bomberdûman kirin. Her wiha, helîkopterên Kobrayê, wesayîtên sivîl ên di rêya Dêrsim-Hozatê de derbas dibûn jî gulebaran kirin.

Li hember hêzên vê operasyonê, hêzên gerîlayên me çalakiya xwe bi kemînan berdewam kirin. Komek di nav de leşkerên pispor jî hebûn, rastî lêdanek bi bandor hatin. Di vê koma ku bû hedefa çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehat  zelalkirin.

Hêzên gerîlayên me li hember 2 komên operasyonê yên li mintiqa Kalemduzu ya girêdayî navenda Dêrsimê çalakî pêk anîn û herdu kom jî bê bandor kirin hedef. Li vir bi zelalî 2 leşker hatin kuştin, 1 jê berbaz 5 leşker jî birîndar bûn. Operasyon, di 27’ê Îlonê de di danê sibê vekişiya, hinek yekîneyên veşartî jî xwe li erazî bi cih kirin.

Li hember van operasyonên li gundan û derdorên wan pêk tên, gelê herêmê bi çalakiyê mertalên zindî ve protesto kir.

Artêşa TC, 12 rojan van qadana wek herêmên qedexekirî îlan kir.

Ev çalakiyên ku hêzên gerîlayên me pêk tînin li hember tecrîda ku li ser Rêber Apo dimeşe û ji bo bîranîna Şehîd Baran Dêrsim û gerîlayên me yên pê re şehîd ketine pêk hat.

COLEMERG

Di 27’ê Îlonê de saetên êvarî, artêşa TC li herêma Mergê Zerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemergê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC di vê operasyonê de xwe li derdora girên Çalareşke, Zevê Sorê û Şehîd Rojhat bi cih kiriye.

Her wiha, di 28’ê Îlonê de saet 03.00’an 2 helîkopterên Kobrayê herêma Bînbîr a girêdayî Geverê rasterast bomberdûman û gulebaran kirin.

AMED

Di 27’ê Îlonê de saet 14.00’an, hêzên gerîlayên me li hember qereqola Hanî Sor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê çalakiyek sûîqestê pêk anîn û leşkerek kuştin.

Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya Çewlik-Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

MÛŞ

Di 27’ê Îlonêde  saet 21.45’an, hêzên gerîlayên me li hember wesayîtek ku di ketina navçeya Gimgimê ya Mûşê derbasdibû de çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayîtê derbe xwar, hejmara mirî û birîndaran jî nehate zelalkirin.

 

Bomberdûmanên artêşa Tirk didomin

Bomberdûmana ji hewayî û bejahî ya li hemberî herêmên gerîlayên me, bênavber didomin.

Ji saet 17:00 ê 27'ê Îlonê heta saet 05:00 ê 28'ê Îlonê (îro), balafirê şer ên artêşa TC û qereqola Girê Remo, bi desteka pêgerê hewayî yên bêmirov ên keşfê re, qadên Geliyê Cixara, Şehîd Hozan, Kale Varegoz, Şehîd Azîz, Mergê û Geliyê Doskî yên navçeya Colemêrg Geverê bomberdûman kirin.

Gelê herêmê yê li hemberî vê bomberdûmanê çalakiya mertalên zindî lidar dixin, rastî êrîşa çekdarî ya leşkerên artêşa Tirk hat. Di nava çalakiya mertalên zindî de Parlamentera HDP'ê Selma Irmak jî heye. Ev girseya gel û parlamenter bi zanebûn ji aliyê leşkeran ve hedef hatine girtin.
Di roja 27'ê Îlonê de saet di navbera 05:00 - 18:00 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, dem bi dem qadên Şehîd Gafûr, Şehîd Bager û Şehîd Artêş ên herêma Heftanînê bi obus, hawan û tankan bombe kiri. Ji ber bomberdûmanê li herêmê şewat derket.

Di roja 27'ê Îlonê saet di navbera 15:30-16:00 û 20:00-21:00 de, qereqola Bilican a li herêma Zapê bi tank, obus û hawanan qadên Garê ya Biçûk, Dola Şehîd Zekî û Girê Çete bombe kir.

Di 27'ê Îlonê de saet di navbera 08:30-19:30 de li herêma Qendîlê, saet di navbera 14:30-15:00 de li herêmên Xakurkê, Heftanîn, Metîna û Garê, saet di navbera 15:00-16:00 û ji saet 22:30 heta 04:30 ê 28'ê Îlonê de li herêma Zapê balafirên şer geriyan.

Di 27’ê Îlonê de saet di navbera 11.00 - 18.00’an de li ser herêma Heftanîn, saet di navbera 08.00 - 09.30 û 19.30 - 22.00’an de li ser herêma Garê, saet di navbera 06.00 - 09.00, 14.00 - 15.30 û 20.00 - 21.00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bêmirov geriyan. 
28 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG