Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Hêzên me roja 26'ê Tebaxê saet 12'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku li cihekî navbera Girê Şundirê û Geliyê Deştanê bi cih bûbû, çalakiyek pêk anîn.
Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin.
2. 25'ê Tebaxê saet 23:30'î li nêzî gundê Saxnê yê navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, hêzên me yekîneyeke veşartî ya dijmin şopandin û çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve derbên xurt li yekîneya dijmin hate xistin û 5 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên dijmin piştî çalakiyê ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê û di navbera wan û hêzên me de şerekî giran qewimî. Di şer de 2 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Agahiyên li ser vî şerî her ku bi dest ketin wê bi raya giştî re werin parvekirin.
3. Artêşa TC a dagirker ev hefteyeke ji qereqola Çelê Nimêja ya Şirnexê bombeyan li herêma Bestayê dibarîne. Ji ber vê bomberdûmanê şewat li herêma Besta Meryeminê derket û hîn jî ev şewat venemiriye.
28’ê Tebaxê 2018
Navênda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê