HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 26’ê Tebaxê li dijî hêzên artêşa Tirk rêze çalakiyên bi bandor lidar xisitne. Di vê çarçoveyê de;

 Hêzên me yên YJA Star saet 08:00’an li dijî yekîneyên dijmin ên li girê Meclîs ê dikeve navbera Çarçella ya girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê de bi cih bibûn çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin û leşkerek hate kuştin.

Saet 11:00’an yekîneyên me yên YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li girê Şêkêr Spî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi awayekî bi bandor li çeper û konteynirên leşkeran hatiye xistin û di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.

Hêzên me yê YJA Star sae 23:10’î de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li devera Şehîd Serhat a herêma Govendê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin.

2. 24’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li devera Dermikapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê dest bi operasyonekê kiribûn. Heman rojê saet 15:00’î û heta 19:00’an bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov û hêzên dagirker bi helîkoperên Kobra qad bobmerdûman kirin. Hêzên dagirker ên piştî bomberdûmanê saetên şevê bi wesayîtên zirxî hatin deverê, bi hêzên em re bi qasî saetekê şer kirine. Di şerê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin, hejmar nehate zelalkirin. Yekîneyên me yên ku bi artêşa Tirk re ketibûn şer bi saxî û silametî gihiştine navendên xwe. Hêzên dagirker diyarkiribû ku bi balafirên şer du hevrêyên me şehîd kirine servîskirbûn. Hêzên dagirker ji bo kuştiyên xwe veşêrin nûçeyên derewe bi raya giştî re parve dikin. Hêzên dagirker ên windahiya xwe ya li Eyaleta Serhedê hezim nakin, bi rêbazên şerê pîskolojî dixwaze serkeftinê bidest bixin.

3. Hêzên dagirker 27’ê Hezîranê (îro) di saetên sibê de li devera Çelê Cengê, Mezra û zoznên Bêtkarê li qadekî berfire dest bi operasyonekê kiriye.

 

27’ê Tebaxê 2018

Navênda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê