Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8'ê Gulanê de li navenda Colemergê li dijî herêmênKato Kavalê û Peyanûsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman şevê de di saet derdora 20.00'an de li derdora herêma Sulehê û Girê Mamendokayê bi ser Kato Kavalê ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê 4 çawuşên pispor hatiye kuştin 3 leşker jî birîndar bûye. o-Artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarê xwe ji herêmê bi 2 helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, herweha li dijî herêma çalakiyê bi helîkopterên kobrayan bombebaran kiriye.
Operasyona li herêmê di 9'ê Gulanê de bêencam paş de vekişiyaye.
2. Di 8'ê Gulanê de li Dersimê li dijî herêma Peyanûs,Rojnik, Mosirvan, Zel û quntarê wê ji aliyê artêşa dagirker a tirkoperasyonek hatiye lidarxistin. Di 9'ê Gulanê de li herêma Mosirvanê li dijî leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk piştÎ kuştî birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye, bi helîkopterên kobrayan herêm bombebaran kiriye. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê ya ji aliyê yekîneyên veşartî tê kirin, berdewam dike.
9 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Rahigandin a HPG'ê