Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Dİ 7'ê Gulanê de di saetên serê sibê de li navçeyaÇetaxa Wanê li dijî Geliyê Masîro ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di heman rojê de danê êvarê bêencam paş de vekişiyaye.
2. Ev demeke li navçeya Bazîda Amedê li dijî Goma Sêmîl, derdora Gundê Silhonê û Xelatê girên derdorê wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi panzêr û tankan hatiye bicîhkirin û amadekariya operasyonê tê kirin.
3. Di 7'ê Gulanê de li navçeya Dihê ya Sêrtê li herêma Garisayê li dijî yekîneyeke bi tevger a dijmin ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 5 leşker ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Di vê çalakiyê de hevalê me yê Çekdar Rênas - Delîl Nergîz bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobraya du caran hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê operasyona li herêmê hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.
Nasnameya hevalê me yê gihîştiye şahadetê;
Nasnav: Çekdar Rênas |
Hevalê Çekdar Rênas - Delil Nergiz li Rihaya derguştî ji şaristaniyê re kiriye jidayikbûye. Bavê wî jî kedeke mezin ji bo tekoşîna azadiyê daye û di vê riyê de gihîştiye şahadetê. Hevalê Çekdar bi bîr û baweriyeke mezin di temeneke biçûk di sala 2004'an de tevlî nava refê gerîla dibe.
Herî dawî li qada Botanê herêma Garisa dema li dijî dijmin çalakiyê lidardixe bi lehengî liberxwe dide û gihîştiye şahadetê.
9 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê