Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9'ê Hezîranê de li navçeya Diyadîna Agiriyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Di 11'ê Hezîranê de di saet 17.45'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de du rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Nasnameya Rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:
Nasnav: Nasir Cîhan Nav û Paşnav: Çetîn Kirmizi Navê dayik - bav: Hava - Selahattîn Cihê jidayikbûnê: Erdîş, Wan Dîroka tevlêbûnê: 1999 |
|
Nasnav: Agît Serfiraz Nav û paşnav: Îbrahîm Yildiz Navê dayik - bav: Guler - Nadîr Cihê jidayikbûnê: Bazîd, Agirî Dîroka tevlêbûnê: 2010 |
2. Di 10'ê Hezîranê de di saet 10.00'an de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li herêma Girê Şabana di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker ên tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
Di 11'ê Hezîranê de operasyona ber bi Girê Goniyê, Gir3e Kerkul û Meydan Zengilê ve berfireh bûye di heman rojê di saet 20.30'an de pevçûnek din qewimiye. Di vê pevçûnê de herî kêm 3 leşkerên artêşa tirk hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bi skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
3. Di 10'ê Hezîranê de di saet 20.00'an de li navçeya Çelê ya Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li derdora Alaya Bîlîcanê operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna saetekê berdewam kiriye û ji aliyê helîkopterên kobrayan bi dijwarî herêm hate bombekirin de 3 gerîlayên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:
Şahadete ulaşan yoldaşlarımız;
4. Di 12'ê Hezîranê de di saet 03.20'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî leşkerên yekîneyên taybet ên alaya Bilîcanê yên di operasyona 3 hevâlê me gihîştibû şahadetê de cihê xwe girtibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye pişt re kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.
5. Di 12'ê Hezîranê de li navçeya Şemzînana Colemergê ji aliyê leşkerên Qereqola Giranayê li dijî Neqeba Zêtê operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 4 jê çawişên pispor 5 leşker hate kuştin 4 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe ji herêmê rakirine Qereqola Giranayê.
6. Di 12'ê Hezîranê de di saet 15.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî qereqola Karataşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.
7. Di 12'ê Hezîranê de di tevahiya rojê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Gundên Erbîş, Cennetê û Şîfrezayê yên bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
13 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî -Ragihandin a HPG'ê