HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12'ê Hezîranê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Gundê Bilbesî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 19.00'an de li nêzî Girê Xanikê di navbera gerîlayên me û leşkerên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşker hate kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî pevçûnê herêm ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê hatiye dûr xistin.

2. Di 12'ê Hezîranê dee di saet 04.00'an de li Şirnexê li herêma Şehrîbana Bestayê li herêma Serê Ro di navbera gerîlayên me û yekîneyên kontra yên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de kontrayek hatiye kuştin kontrayek jî birîndar bûye. Piştî pevçûnê dijmin bi piştgiriya 4 helîkopterên kobrayan, hêzên xwe ji herêmê dûr xistiye bi helîkopterên skorskyan jî kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.

3. Di 13'ê Hezîranê de di saet 18.20'an de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li nêzî herêmê Serê Ro di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker û kontrayan de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 leşker hatiye kuştin 4 leşker jî birîndar bûye. Herweha wesayiteke sîvîl a dijmin bikartîne jî derbe xwariye. Artêşa dagirker a tirk bi hewan, obus û helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye. Piştî bombebaranê bi wesayitan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.

4. Di 29'ê Gulanê de li Îdirê Zozanên Korxanê 10 kes ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin. Di 5'ê Hezîranê de 7 kesên lêpirsînên wan bi dawî bibû serbest hatibû berdan. Di 13'ê Hezîranê de 3 kesê din ên lêpirsînê wan qediyaye jî serbest hatin berdan.

5. Di 12'ê Hezîranê de di saet 23.00'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî Lojmanên Polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

14 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê