Jî çapemenî û raya gîştî re!
Gerîlayên me HPG’ê û YJA Star’ê li hemberî êrîş û komkujiyên artêşa Tirk û polîsên wan ên li dijî gelê Kurd dimeşînin çalakiyên bi bandor li dar dixin. Bi giştî 35 leşker û 6 polîsên ku hatine tespîtkirin di çalakiyan de hatine kuştin. Roja 27’ê Tebaxê di saet 16:00’an de çalakî li hemberî bi qasî 70 wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk ku ji bo mudaxaleyê hatibûn navçeya Gever a Colemêrgê û konvoya ku bi awayê 3 kom ji navçeya Çelê ber bi navenda Colemêrgê ve pêşde diçûn hat lidarxistin.
Di Roja 27’ê Tebaxê de di saet 16:00’an de gerîlayên me çalakiyek sabotajê li hemberî bi qasî 70 wesayîtên zirxî yên leşkerî yên ji bo mudaxaleyê hatibûn navçeya Gever a Colemêrgê û li hemberî konvoyek wekî 3 kom ji navçeya Çelê ber bi navenda Colemêrgê ve diçûn hatiye lidarxistin. Di çalakiyên sabotajê yên li hemberî koma konvoyê ya 2. û 3. hat lidarxistin de wesayîteke zirxî bi temamî hatiye îmhakirin û 4 wesayît jî hatine derbkirin. Di vê çalakiya sabotajê de bi giştî 13 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê di saet 23:00’an de helîkopterên Kobra bi awayekî rasterast herêm gulebaran kirine û konvoya 1. jî neçar maye ku vekişe. Gelek ambûlans hatine cihê bûyerê û helîkopterên Skorsky jî leşker danîne herêmê. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Andok (Bariş Tekçe) yê di 11’ê Tebaxê de li heman herêmê şehîd ket û ji bo bîranîna şehîdên gel ên li Cizîr û Geverê hatiye lidarxistin.
Roja 27’ê Tebaxê saet di navbera 16:00 û 18:30’an de ji aliyê gerîlayên me YJA Star’ê ve li ser rêgehek di navbera Amed – Çewlikê de kontrola nasnameyan hatiye kirin. Di vê çalakiyê de wesayîtek Şaredariya Çewlikê jî hatiye desteserkirin.
LI PÎRANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI HEMBERÎ WESAYÎTA ZIRXÎ
Roja 27’ê Tebaxê di saet 16:15’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek sabotajê li hemberî wesayîtek zirxî ya ji navçeya Pîran a Amedê diçû navçeya Hênê hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku li hemberî wesayîta zirxî ya Kobra hat lidarxistin wesayîtê zerar dîtiye, lê hejmara mirî û birîndarên di hundirê wesayîta zirxî de nehatine zelalkirin.
Roja 27’ê Tebaxê di saet 15:00’an de gerîlayên me ji bo bersivdana komkujiya gel a li Geverê çalakiyek li hemberî Tepê Zergê yê di sêgoşeya navçeyên Licê, Karaz û Farqînê yên Amedê de li dar xistine. 4 çeperên ku çawîşên pispor têde hatine hedefgirtin û hemû çeper hatine îmhakirin. Her wiha girê qereqolê bi çekên giran hatiye xistin û hêzên me ketine çeperan. Li vir bi çav çûyîna ser 9 cenazeyan çêbûye û 6 leşker jî birîndar bûne. Ji ber birîndarbûna fermandarê me yê gerîla hêzên me bi awayekî bêyî windahî bidin paşde kişiyane. Piştî çalakiyê 4 helîkopterên kobra bi qasî 5 saetan herêm bombebaran kirine.
ÇALAKÎ LI HEMBERÎ QEREQOLA KÊLA BEDO
Roja 27’ê Tebaxê di saet 17:45’an de hêzên me yên gerîla ji bo bîranîna gerîlayên di vê pêvajoyê de şehîd ketine çalakiyek li hemberî qereqola Kêla Bedo ya li gundê Xulunkê ya girêdayî navçeya Elbax a Wanê li dar xistine. Di dema guherîna nobetê de 6 leşkerên li kuleya çavdêriyê de ji mesafeyek nêz bi bombeyan û çekên ferdî hedef hatine girtîn. Di ve çalakiyê de 1 çawîşê pispor, 1 çawîş bi giştî 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê leşker bi Skorsky û wesayîtên zirxî hatine cihê bûyerê û mirî û birîndarên xwe rakirine. Her wiha qereqolên Kêla Bedo, Kela Esmer, Mendîl, Boşan, Ercî, Asingê, Xalgava û Kûleyê herêmên xeta sînor bi obus, hewan, top, A-4 û tankan hatiye bombakirin.
Roja 27’ê Tebaxê di saet 15:00’an de ji aliyê hêzên me yên gerîla ve çalakiyek li hemberî konvoyek leşkerî ku ji Elbaxê diçû Wanê hatiye li dar xistin. Di çalakiya ku li cihekî nêzî qereqola Bablîs de hat lidarxistin ji ber ku tam li wesayîtê ketiye, di rê de zerar rû daye.
Roja 27’ê Tebaxê di saet 07:00’an de artêşa Tirk rêya Pîrê Şînê û Geliyê Marînos ên girêdayî Colemêrgê girtiye.
LI SER RÊYA DI NAVBERA BEDLÎS Û QEREQOLA ŞÊX CÛMA DE KONTROLA NASNAMEYAN
Roja 27’ê Tebaxê di saet 15:00’an de rêya ji Bedlîsê diçe qereqola Şêx Cûma ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Di dema kontrola rê ya heya saet 20:30’an dom kir de ji gelê di hundirê wesayîtên kombûn de re der barê pêvajoyê de propaganda hatiye kirin.
Roja 26’ê Tebaxê di saet 15:00’an de ji aliyê hêzên me yên gerîlayan ve çalakiyek berfireh di dema 7 leşker bi awayekî komî yê li herêma cihê leşker lê diman a Dokuztaş a girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê hatiye lidarxistin. Çalakiya ku bi lêdanên sûîqestê destpê kir bi lêdanên BKC dewam kiriye. Di encama van lêdanan de bi awayekî zelal leşkerek hatiye kuştin. Hejmara birîndaran jî nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi çekên hewan û A-4 herêm bombebaran kirine. Di şev saet 00:00’an de leşkerên herêmê bi cerdevanan re operasyon dane destpêkirin. Di dema ku hêzên operasyonê xwestine çalakiyekê li hemberî cihên hêzên me li dar bixin de hêzên me bersiv dane û pevçûn qewimiye. Leşker û cerdevanên ku di operasyonê de derb xwarin neçar man ku ji herêmê paşde vekişin. Bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine û ji herêmê dûr ketine. Di pevçûnan de gerîlayekê me jî bi giranî birîndar bûye.
Vê operasyonê heya saet 06:00’ê sibê dewam kiriye. Li gorî agahiyên hatine girtin di operasyon û pevçûnan de 6 leşker hatine kuştin û 1 bi giranî 4 leşker birîndar bûne. Di pevçûn û çalakiyê de bi giştî 7 leşker hatine kuştin.
Nûçeyên ji aliyê medyaya şer a taybet ve hat serwîskirin ku 7 gerîlayên me şehîd ketine, nûçeyên ne rastin û bê bingeh in.
Hevalekî me yê dema di pevçûnan de bi giranî birîndar bû şehîd ketiye.
Roja 27’ê Tebaxê di saet 16:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyonek bazê ya li Taxa Çankaya ya Erziromê hatiye lidarxistin û îstasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin.
Roja 27’ê Tebaxê di saet 11:00’an ji aliyê gerîlayên me ve li ser rêyekî bingehîn a nêzîkî gundê Taşbûrûn ê girêdayî navçeya Başan a girêdayî Îdirê û li Îdirê çalakiyek kemînê hatiye lidarxistin. Di dema derbasbûna konvoya 2 wesayîtên zirxî yên dûpişk û mînîbusekê de ji mesafeya 50 metreyê de bi çekên BKC, B-7 û bi çekên ferdî bi awayekî bi bandor hedef hatine kirin. Di encama vê de mînîbus bi temamî hatiye îmhakirin, her 2 wesayîtên zirxî jî hatine derbkirin. Piştî çalakiyê heya saetên şev rê ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin, mirî û birîndarên xwe rakirine. Di saet 20:00 – 21:00’an helîkopterên Kobra herêma çalakiyê rasterast gulebaran kiriye. Di vê çalakiyê de 6 polîs hatine kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.
Roja 26’ê Tebaxê di saet 17:00’an de hêzên me yên gerîla bi çekên BKC, B-7 û ferdî çalakiyek li hemberî qereqola Zagê ya girêdayî Dêrsimê li dar xistine. Kulûbeyeke ku têde termal heyî bi temamî hatiye îmhakirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê Girê Akvanos û herêma Sûltanbaba bi hewanan hatiye bombebarankirin.
ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ LI HEMBERÎ LEŞKERÊN LI GIRÊ SIVRÎ
Ji roja 17’ê Tebaxê ve rêya di navbera Erzincan – Dêrsim û Pulûr – Dêrsimê de di bin kontrola hêzên me yên gerîlayan de ye.
Roja 26’ê Tebaxê di saet 17:10’an de hêzên me yên gerîla çalakiyek sûîqestê li hemberî leşkerên li girê qereqola Bêzelê ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Ji roja 1’ê Tebaxê heya niha rêya di navbera Şirnex – Elkê de di bin kontrola hêzên me yên gerîla de ye. Li ser vê rêyê destûra sewqiyata cebilxaneya leşkerî nayê dayîn.
Roja 26’ê Tebaxê di saet 22:00’an de hêzên me yên gerîla çalakiyekî sabotajê li hemberî îstasyoneke bazê ya li gundê Nefîle yê girêdayî bajarê Sêrtê li dar xistine û îstasyona bazê bi temamî hatiye rûxandin.
Roja 27’ê Tebaxê di saet 19:20’an de xetek a elektrîkê ya ji Silopiyayê diçe Derya Reş di navbera bajarokê Bêspin û Silopiyayê de hêzên me yê gerîla hedef digirin. Hêzên me çalakiya sabotajê li hemberî xeta elektrîkê li darxistine û dîrekê elektrîkê bi temamî hatiye rûxandin.
Roja 25’ê Tebaxê îstasyonek bazê ya li navçeya Dep’ê ya girêdayî Elezîzê ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatibû îmhakirin. Roja 27’ê Tebaxê di saet 06:00’an de artêşa Tirk bi 7 wesayîtên zirxî yekîneyên leşkerî anîne herêmê, di saet 16:00’an de di dema vekişînê de gerîlayên me bi çekên giran li wan xistine. Ji ber ku roket a hat avêtin neteqiyaye leşkerên Tirk bi çekên ferdî li leşkeran daye û bi leşkerên Tirk bi lez û bez ji cihê bûyerê dûr ketine. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helicopter û balafirên keşfê li ser herêmê re geriyane.
Nasnameya hevalê me ye ku şehîd ketiye wiha ye:
Nasnav: Dêrsim Norşîn
Nav û Paşnav: Sedat Yavûz
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav: Sûphiye – Enver
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tebaxa 2015 / Bedlîs
28 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG