Jî çapemenî û raya gîştî re!
Çalakiyên gerîlayên me yên li Bakurê Kurdistanê didomin. Gerîlayên me e YJA Starê çalakiyek li hemberî wesayîta leşkerî ya ber bi navenda Şemzînan ve diçû li dar xistin.
Roja 28’ê Tebaxê li Taxa Sanayî ya girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê jî çalakiyek sabotajê li hemberî otobuseke zirxî ya polîsan hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin, 6 jê giran 15 polîs jî birîndar bûn.
Roja 29’ê Tebaxê de di saet 14:45’an de gerîlayên me e YJA Star çalakiyek bi çekên giran û ferdî li herêma Dola Bermêşa li hemberî konvoya leşkerî ya ji qereqola Şapatan diçû navenda Şemzînan a girêdayî navçeya Colemêrgê li dar xistin. Di encama çalakiyê de wesayîtekî zirxî hatiye derbkirin, 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Piştî çalakiyê di saet 15:30’an de di dema ku leşkerên teqwiye xwestine ji qereqolên Şapatan û Radyolog ji bo mudaxaleyî bikevin herêmê gerîlayen me li van hêzên teqwiyeyê xistin û 2 leşkerên din jî hatine kuştin.
Dîsa artêşa Tirk di saet 16:30’an de li herêmê operasyon daye destpêkirin. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran bersiv daye leşkerên xwestine herêmê dorpêç bikin. Li ser vê yekê artêşa Tirk paşde vekişiyaye û di saet 18:00’an de tîmên xwe yên taybet li Dola Bermêşa, Şapatan û Taxa Elden bi cih kiriye. Piştre di saet 19:00’an de operasyon bi temamî paşde vekişiya. Her wiha piştî êv çalakiya hate lidarxistin de, qereqolên Alaya Şemzînan, Garê û Girê Goman, herêma di navbera gundê Sararo û Taxa Şapatanê de bi obus û hewanan bombebaran kir. Saet di navbera 20:00 – 00:00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêmê re geriyane û keşif pêk anîn. Di pevçûnên dema operasyonê de derket de jî bi giştî 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Baz Feraşîn hate lidarxistin.
BI ÇEKÊN FERDÎ ÇALAKÎ LI HEMBERÎ QEREQOLA OREMARÊ
Roja 29’ê Tebaxê de saet di navbera 08:00 – 08:30’an de gerîlayen me bi çekên giran û ferdî çalakiyek li hemberî qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeperek a hewanê hatiye îmhakirin û tankek jî bi awayekî giran hatiye derbkirin. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.
Roja 29’ê Tebaxê de saet di navbera 13:00 – 18:00’an de gerîlayen me ji 2 baskên cuda ve bi çekên giran çalakiyek li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li derdora Girê Şehîd Kendal a li ser xeta sînor a herêma Heftanînê li dar xistin. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatiye zelalkirin.
Rêya di navbera Colemêrg – Çelê de, rêya di navbera herêma Geliyê Doskî – Qereqola Oremarê de, rêya di navbera herêma Mêrgezerê – qereqolên Oremar û Şitaza de, rêya di navbera gundê Derya yê girêdayî Şemzînan – qereqola Bêzelê de di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 28’ê Tebaxê de saet di navbera 15:00 – 19:00’an de gerîlayen me li ser rêya di sêgoşeya hêrêmê Helena, Katona û Garê yên girêdayî Şemzînanê ya girêdayî Colemêrgê de çalakiyê rê girtinê pêk anîn. Di vê kontrola rê de li gel kontrola nasnameyan der barê pêvajoyê de agahdarî jî hatiye kirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saetên şevê de, gerîlayen me çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyona bazê ya Vodafone, Turkcell û Avea yê ya nêzîkî qereqola Seregol a girêdayî navçeya Elbax a Wanê li dar xistine û di vê çalakiyê de îstasyona bazê hate îmhakirin.
Leşkerên artêşa Tirk ên li girê Meskan ê girêdayî Colemêrgê bi cih bûne dorpêç kiriye. Ti tevgerekî artêşa Tirk a ji hewayî û bejahiyê ve pêş nakeve.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 13:30’an de gerîlayen me bi çekên giran û ferdî çalakiyek ji mesafeyek nêzîk li hemberî qereqola girê Gundikê Şêx ê girêdayî Sêrtê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 kûle hatin îmhakirin û 3 leşker jî hatin kuştin. Artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê derxistiye. Her wiha piştî çalakiyê helîkopterên Kobra jî herêm rasterast gulebaran kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Besta jiyana xwe ji dest dane hatiye lidarxistin.
LI MÊRDÎNÊ DI DEMA DERBASBÛNA OTOBUSA ZIRXÎ YA POLÎSAN DE ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Roja 28’ê Tebaxê di saet 21:25’an de gerîlayen me li Taxa Sanayî ya girêdayî navçeya Qoser a girêdayî Mêrdînê, di dema derbasbûna otobuseke zirxî ya ku têde 24 polîs hebû de çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin, 6 jê giran bi giştî 15 polîs jî birîndar bûn. Wesayîtên zirxî yên ku piştî çalakiyê hatine cihê bûyerê herêm rasterast gulebaran kirin. Di vê demê de kesên ku di hindirê wesayîteke sivîl a li cihê bûyerê re derbas dibûn jî di encama gulebaranê de birîndar bûn. Mazlûm Tûran ê 16 salî yê ku di nava kesên birîndar bû de jî hatiye qetilkirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 20:30’an de gerîlayen me çalakiyek sabojatê li hemberî îstasyona bazê ya Turk Telecom a li herêma di navbera Mamxurî û Gundê Kîrîtanî yên girêdayî navçeya Elkê ya girêdayî Şirnexê de li dar xistin û îstasyona bazê di ve çalakiyê de hat îmhakirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 06:00’an de rêya ji gundê Garisa ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê diçe qereqolên Xargol û Tirya, di heman demê de rêya ji Sêrt, Berwarî diçe gundê Garisa ji aliyê gerîlayen me ve hatiye girtin. Li ser rê kontrola nasnameyan û agahdarkirina der barê pêvajoyê de ji gel re hatiye kirin. Ev rê hê jî di bin kontrola hêzên me de ye.
Roja 29’ê Tebaxê di saet navbera 17:00 û 20:00’an de gerîlayen me rêya di navbera Licê û Pasûr ên navçeyên Amedê girtin. Hêzên me di 60 wesayîtan de kontrola nasnameyan kiriye û der barê pêvajoyê de propaganda kirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 00:45’an de wesayîteke ku kelûpel ji qereqola Hegasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê re dibir ji aliyê gerîlayen me ve hatiye sekinandin û şewitandin.
LI HEMBERÎ WESAYÎTA ZIRXÎ ÇALAKIYA BI ROKETAN
Roja 29’ê Tebaxê di saet 21:45’an de li navenda navçeya Farqîn a Amedê wesayîtek ku bi awayekî rasterast nexweşxane gulebaran dikir, ev wesayîta zirxî ketiye kemîna gerîlayen me de û bi roketan hatiye hedefgirtin. Wesayîta ku bû hedef şewiti. Li gorî çavkaniyên herêmî 4 polîsên di hundirê wesayîtê de hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Serhat hatiye lidarxistin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 19:00’an de li navçeya Farqîn a Amedê kûleyek, konteynir û xwaringehek ku ewlehiya bendavê digirin ji aliyê gerîlayen me ve hatin hedefgirtin. Di çalakiya ku bi çekên giran hat lidarxistin de, ji ber bersivdana leşkeran pevçûnek demkurt rû da. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehate zelalkirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 16:30’an de hêzên dijmin bi çeka A-4 a li girê Zerga gelê ku weke mertalên zindî li herêmê diman bi awayekî rasterast gulebaran kirin. Dîsa di saet 20:00’an de bi hewanan herêma mertalên zindî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li herêmê şewat derketiye, leşkeran temirandina şewatê asteng kirin. Di sibeha roja 30’ê Tebaxê de hî tevgera zêde ya helîkopterên Skorsky li ser herêmê qewimi.
Roja 28’ê Tebaxê gerîlayen me yên ku li rêgehek di navbera Amed û Çewlikê de rê girtine, li vir 4 wesayîtên TIR ên şîrketa Nasirogullari yak u kelûpel ji bo bendavê dibirin bi kelûpelên wê ve şewitandin û îmha kirin.
ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI HEMBERÎ ÎSTASYONA BAZÊ
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 19:00 – 21:00’an de gerîlayen me çalakiya sabotajê li hemberî 3 îstasyonên bazê yên Turkcell, Vodefone û Avea yên di navbera Darahênê û Yayla yên girêdayî Çewlikê de li dar xistin û îmha kirin.
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 22:00 – 23:00’an de gerîlayen me çalakiyek li hemberî tîmên taybet ên li navenda navçeya Depê ya girêdayî Elezîzê li dar xistin. Kûleya ku 2 polîs têde hate hedefgirtin û hate îmhakirin. Her wiha di çalakiya ku şaxê TEM’ê jî hat hedefgirtin pevçûnek bi qasî 15 deqeyan rû da. Hejmara mirî û birîndarên piştî vê pevçûnê nehate zelalkirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 00:30’an de li Taxa Mîrzan a girêdayî Çewlikê de, 6 îstasyonên bazê yên TRT’ê, Bêtêla Polîsan, Turkcell, Vodafone û Avea’yê ji aliyê gerîlayên me ve hatin hedefgirtin û hatin îmhakirin. 7 wesayîtên zirxî yên ji bo mudaxaleyê hatine cihê bûyerê bi roketan hatin gulebarankirin, bes guleya roketan lê neketiye. Hejmara mirî û birîndarên di encama vê pevçûnê de nehate zanîn, hêzên me bêyî windahî vegeriyane cihên xwe.
LI SER RÊYA DI NAVBERA ERZIROM – QAQIZMANÊ DE KONTROLA NASNAMEYAN
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 12:00 – 14:00’an de rêgehekî di navbera Erzirom û Qaqizmanê de ji aliyê gerîlayen me ve hate girtin. Bi qasî 40 wesayîtên ku kom bûne de kontrola nasnameyan hatiye kirin. Ji gel re der barê pêşketinên dawiyê de agahdarkirin hate kirin. Piştre 3 wesayîtên TIR hatine şewitandin û îmhakirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 20:35’an de ji aliyê gerîlayen me ve çalakiyek sabotajê li hemberî îstasyoneke bazê ya Turkcelê ya di navbera gundên Turkmen û Çîftlîk ên girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê de hatîye li dar xistin. Di vê çalakiya sabotajê de îstasyon bi temamî hate îmhakirin.
Roja 29’ê Tebaxê di saet 01:00’an de gerîlayen me çalakiyek sabotajê li hemberî xeta boriyê ya gaza xwezayî ya li Îdirê re derbas dibe li dar xistin. Di vê çalakiyê de boriya xeta gaza xwezayî hate îmhakirin. Ji ber ku veguhestina gazê nebû, agir bi xetê neketiye.
Li Herêmên Gerîlayen Me Tevgera Hewayî
Tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov û balafirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didome.
Roja 28’ê Tebaxê de saet di navbera 07:30 – 16:30’an de tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Qendîlê, roja 29’ê Tebaxê de saet di navbera 21:30 û roja 30’ê Tebaxê saet 06:00’an de li ser herêma Zapê, heman rojê saet di navbera 23:00 – 01:30’an de li ser herêma Garê, roja 30’ê Tebaxê de saet di navbera 03:00 – 10:00’an de li ser herêma Avaşîn keşif kirin.
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 10:30 – 11:00 û saet 14:00 – 14:45’an de li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer rû da.
Roja 29’ê Tebaxê de saet di navbera 22:00 – 23:00’an de Girê Sivrî ya girêdayî qereqola Bêzelê ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; Tepê Sor û qûntara wê bi obus hewan û tankan bombebaran kirin.
Roja 29’ê Tebaxê de saet di navbera 22:00 – 23:00’an û roja 30’ê Tebaxê saet 00:00 – 01:00’an de qereqolên Girê Girê Arûş û Serbesta ya li ser xeta sînor a herêma Metîna; Girê Kuroşîno û qûntara wê bi obus, hewan û tankan bombebaran kirin.
Roja 29’ê Tebaxê de saet di navbera 13:00 – 13:30’an de qereqola Şkêr a li ser xeta sînor a herêma Zapê; saet di navbera 23:00 – 23:30’an de qereqola Bilîcanê, saet di navbera 05:30 – 06:30’an de jî qereqola Êrîş herêmên derdorê xwe bombebaran kirin.
Roja 29’ê Tebaxê saet di navbera 07:00 – 09:00’an de qereqola Bêrê ya girêdayî Colemêrgê; herêma Geliyê Marînos bi obus û hewanan bombebaran kirin.
30 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG