HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 11’ê Tebaxê de di saet 09.30’an de li dijî baregeha leşkerî ya Xantepe ku Artêşa TC’ê ji vir li dijî Herêmên Parastinê Medya topbaran dikir, ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke bi topên hawanê lidarxistiye. Di encama çalakiya 3 topên hawanê îsabet kiriye de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.

 

2. Di 11’ê Tebaxê de di saet 19.00’an de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li dijî girê ewlekariya Qereqola Gemanê digirt ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.

3. Di 9’ê Tebaxê de di saet 11.30’an de li Colemergê di navbera navçeya Geverê û bajoroka Oramarê de li dijî helîkoptereke skorsy ya amûr û personelên leşkerî bardikirin, ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiyê de helîkoptera skorsy ya derbe xwariye ji herêmê dûr ketiye.

4. Di 8’ê Tebaxê de li Dersimê li dijî herêma Ovacika jorîn ji aliyê Artêşa TC’ê ya mêtinger operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a li Karadere, Buyukkoy, Çakmakli, Emriganderesi, paleyên Bîngeç û Belikanê ku bi ser Ovacik a jorîne hîn jî berdewam dike.

5. Di 11’ê Tebaxê de di navbera saet 10.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Ertûş û Cîloyê biçûk ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxisitn.

12 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê