HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 10’ê Tebaxê de di navbera saet 19.00-20.30’an de li ser riya Amed-Çewlikê ji aliyê gerîla yê çalakiyeke rêbirîn û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin.

 

2. Di 11’ê Tebaxê de li nêzî navçeya Bazîdê ya bi ser Agiriyê li dijî xeta luleyên gaza xwezayî ya di navbera Îran û Tirkiyê de ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxisitn. Di heman çalakiyê de 3 maşîn û maşîneke giran ji ya di şantiyeke nêzî gundê Çamurlu kardikir, ji aliyê gerîla yê me hatiye şewitandin.

3. Di 11’ê Tebaxê de di saet 18.30’an de li navçeya Silopiyê ya bi ser Şirnexê ye di navbera Gundê Gitê û deryê sînorê Xabûrê li dijî maşîneke leşkerî ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîna ku 8 leşker tê de bû, ji aliyê gerîla yê hatiye îmhakirin, 8 leşker jî hatiye kuştin.

4. Di 12’ê Tebaxê de di navbera saet 15.00-18.30’an de li ser riya Mûş û navçeya Qulp’e ya bi ser Amedê ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyeke rêbirîn û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkereke bi navê Aykut Çelîk ji aliyê gerîla yê me dîl hatiye girtin, endamê qeymeqamiyê yê bi navê Kenan Eroğlu kul i Xorasana Erziromê kar dikir ji aiyê gerîla yê me hatiye girtin.

5. Di 8’ê Tebaxê de operasyona li herêma Ovacika Jorîn a Dersimê hatibû destpêkirin, di 12’ê Tebaxê de paş de zîviriye lê hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî hewldanên keşf û kemînan berdewam dikin.

6. Ji 3’ê Tebaxê û vir ve li Mêrdînê li dijî Gundên Xirêp, Cinata, Xirbika, Yestê, Xirbê Mamida, Kewarêxê, Miştînê û Dercemê ku di navbera navçeyên Mahsertê û Nisêbînê ne ji aliyê Artêşa TC’ê bi rengê bi şev kemîn avêtinê operasyonek hatiye destpêkirin, hîn jî berdewam dike.

7. Di 9’ê Tebaxê de di saet 23.00’an de li ser gazinên zêde yên gel li naçveya Kanîreşa Çewlikê 5 maşînên şantiyeke ji bo avakirina bendava dixebite, ji aliyê gerîla yê me hatiye îmha kirin. Herweha ji aliyê gerîla yê me 2 birazyê xwedîyê şîrketa bendavan ava dike, bi navê Mehmet Uslu û Mehmet Akif Uslu û karkereke bi navê Emrah Avli ji aliyê gerîla yê me hatiye girtin.

13 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê