HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî pêk anîn. Berfirehiya çalakiyan wiha ye;

 20’ê Tîrmehê saet 08.15’an hêzên me li Colemêrg Geverê li girê Şehîd Zerdeşt çalakiyek dijî yekîneyeke dijmin kirine. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatine xistin. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne tespît nebûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistine.

Heman rojê saet 14.30’an li Colemêrg Şemzînanê, li girê Şikêra Spî hêzên bi ser yekîneyeke dijmin de girtine. Di vê çalakiyê de hêzên bi rengekî xurt êrîş bi ser bi ser kozikên de birine. Hijmara kuştî û birîndarên leşkeran diyar nebûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistine.

21’ê Tîrmehê saet 06.30’an hêzên me li Başûrê Kurdistanê li Sidekanê, li herêma Bradost girê Lêlikanê çalakiyek bi ser leşkerên dijmin de birine. Ji du baskan ve hêzên me bi ser kozikên dijmin de çûne. Di çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û birîndar bûne zelal nebûye.

2. Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a li devera Şêx Cûma a girêdayî Bedlîsê de gerîlayê bi navê Diyako Ahemdî (Hemlet Dersim) ê li Sine hatî dinê şehîd bûye.

Kesê bi navê Farûk Unal ê berê hatibû diyarkirin ku bi birîndarî ketiye destê artêşa Tirk, xwe radestî artêşa Tirk kiriye.

Nasnameya şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Helmet Dersim

Nav û Paşnav: Diyako Ehmedî

Cihê Jidayikbûnê: Sine

Navê Dayikê- Bav: Avat- Tîkbal

Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs/ 12’ê Tîrmeha 2018

Helmet – Diyako Ahmedi

21’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê