Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 21’ê Tîrmehê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çaklaki kirin. Di vê çarçoveyê de agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne:
Hêzên me saet 08:50'î li dijî yekîneyeke dijmin a li ser girê Şehîd Zerdeşt ê navçeya Geverê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
Hêzên me saet 13.00'an li dijî leşkerên dijmin ên li herêma navbera gundên Şewata û Şêrvanê yên Geverê çalakiyek kirin. Gule li yekîneya dijmin hate reşandin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
Saet 15.00'an hêzên me li leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê xistin. Çalakî ji du baskan ve hate kirin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
2. Roja 21'ê Tîrmehê saet 17.00'an, hêzên me li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de li dijî yekîneyeke dijmin a li nêzî qereqola gundê Nezokê yê navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
3. Di çaçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me 21'ê Tîrmehê saet 19:15'an li dijî qereqola Guzeldere ya li navçeya Elbak a Wanê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
4. 20'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker li qadên Çemê Karê, Berê Ker, Xoşmexela û Kanî Zerkê yên navçeya Berwarî ya Sêrtê dest bi operasyonê kir. Operasyon 21'ê Tîrmehê danê nîvro bê encam ma û qediya.
5. Êvara 8'ê Tîrmehê li nêzî gundê Goranîs ê li herêma Berwar Sêvdînê ya Colemêrgê, yekîneyeke gerîla ya bi erka xwe radibû li hêzên dijmin rast hat û şer derket.
Di vî şerê de, ku 4 seatan dewam kir gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevrêyên me Bahoz û Bager ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Bager Navdar Nav Paşnav: Rezan Yavaş Cihê Jidayikbûnê: Ame Dayik-Bav: Bîrgul-Cevat Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2018'an / Colemêrg
|
Bager – Rezan Yavaş
Nasnav: Bahoz Welat Nav paşnav: Aykût Salan Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Sîtî-Sînan Dem û Cihê Şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2018'an / Colemêrg
|
Bahoz – Aykut Salan
6. Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Tîrmehê de me ragihandibû ku 11'ê Tîrmehê artêşa TC a dagirker li qada Kêla Memê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê dest bi operasyonê kiriye. Di şer û bomberdûmanê de 2 hevalên me şehîd bûn û hevalê me Mehmet Goyî (Kadrî Bayram) bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin.
Nasnameyên şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Argeş Tendurek Nav Paşnav: Soner Bozdag Cihê Jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Îsmet-Beyalî Dem û Cihê Şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex
|
Argeş – Soner Bozdağ
Nasnav: Simko Eylo Nav Paşnav: Îhsan Çalişkan Cihê Jidayikbûnê: Riha Dayik-Bav: Ayşe-Kasim Dem û Cihê Şehadetê: 11'ê Tîrmeha 2018'an / Şirnex
|
Simko – İhsan Çalışkan
7. 21’ê Tîrmehê saet 15.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker gundê Sîda yê qada Çemço ya herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê bombe kir. Di encama bombekirinê de li herêmê şewat derket.
22’ê Tîrmehê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê