Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê gulanê de saet di navbera 21:00-23:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember gundê Sûlê û Kato ku girêdayî Heftanînê ne, êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
2. Di 26’ê gulanê de Artêşa TC’ê li hember qadên Gola Reşîd, Deriyê Keperê û Çemê Karê ku girêdayî Herekola Şirnexê ne, operasyonek li dar xistiye. Operasyona ku cahş jî beşdar bûne de, piştî ku li qada operasyonê bi armanca keşf û kemînê yekîneyên veşartî hatine hiştin, operasyon di 28’ê gulanê de bi paş ve vekişiyaye.
3. Di 27’ê gulanê de Artêşa TC’ê li hember Geliyê Marînosê ku girêdayî Colemêrgê ye operasyonek li dar xistin. Di operasyonê dijmin bi 20 firokeyên skorsky leşkeran daxistiye û di 28’ê gulanê de saet di 09:00’an de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şerek qewimiye û di vî şerî de ji hêla gerîlayên me ve 4 leşker hatine kuştin. Piştî ku li qada operasyonê bi armanca keşf û kemînê yekîneyên veşartî hatine hiştin, heman rojê danê nîvroj operasyon bi paş de vekişiyaye.
4. Di 26’ê gulanê de Artêşa TC’ê operasyona ku Artêşa TC’ê li hember qadên şehîd Hesen, Lameç, Dînek û Cîgerîm ku bi ser Pûlûmûra Dêrsimê ve girêdayî ne dabû destpêkirinê, bi piştgiriya firokeyên kobrayan hê jî didome.
29 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG