Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26’ê gulanê de saet di navbera 06.00-07.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên gundê Nizûrê û Heştiyanê ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
2. Di 26’ê gulanê de saet di navbera 01.00-02.30’an de li Qadên Parastina Medya li hember qada Xantûrê ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ye, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
3. Di 25’ê gulanê de saet di navbera 23.00-24.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên gundê Nizûrê û Heştiyanê ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
4. Di 25’ê gulanê de saet di navbera 23.00-24.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên Partîzan û girên Hêliz û Sîserê ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
5. Di 20’ê gulanê de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember bejahiya navçeya Bişîriyê ku bi ser Batmanê ve girêdayî ye operasyonek hatiye lidarxistin. Di 21’ê gulanê de ji hêla dijmin ve saet di 11:00’an de li hember gerîlayên me kemînek hatiye avêtin û piştre di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şer qewimiye. Şerê ku du saet berdewam kiriye de, mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirinê. Di vî şerî de gerîlayekî me bi birîndarî dîl ketiye dest dijmin.
26 Gulan 2010
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG