HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 6’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Kato Ortê, Kato Marînos, Sirtê Marînos û Siwarê Xalê ku girêdayî Colemêrgê ne operasyoneke ku hê jî didome hatiye destpêkirinê.

2. Di 3’yê tebaxê de ji hêla arteşa TC’ê ve li hember qada Tendûrekê ku girêdayî Çaldirana Wanê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me û hêzên dijmin de şerek qewimiye û di vî şerî de gerîlayên me yên bi navê Leheng (Abdurrahman Bekîr) û Cudî (Serkan Taş) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;

Leheng - Abdurrahman Bekîr

HTML clipboard Leheng Tendûrek
Abdurrahman Bekîr
1973/Efrîn
1995/Amanos
Emîne
Mehmed

Cudî - Serkan Taş

Cudî Hekarî
Serkan Taş
1980 / Colemêrg
1999 / Cîlo
Abîde
Niyazî

3. Ji hêla Fermandariya Biryargeha me ya Navendî ya HPG’ê ve rêhevalên me Leheng û Cudî ku li qada Tendûrekê şehîd ketine hatin bibîranîn. Di daxuyaniya fermandariya navendî de hate destnîşankirin ku, rêheval Leheng Tendûrek li Eyaleta Serhedê di asta pêşeng de her dem cî girtiye û yekane fermandar bû ku her cure berpirsyariyên girtiye ser xwe û pêk aniye, her wiha ji bona rêheval Cudî jî hate diyarkirinê ku, rêheval Cudî di têkoşîna azadiya gelê kurd de milîtanekî xwedî cewher, mêrxas, xwedî nirx û bêmirin e û hetanî dawiyê bi biryariyeke mezin gihîştiye şehadetê. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di şexsê malbatên Taş û Bekîr de sersaxî ji hemû gelê Kurdistan ên welatparêz re xwest.

7 Tebax 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê