Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 7’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember bejahiya Xetayê operasyoneke ku hê jî didome hatiye li dar xistin.
2. Di 7’ê tebaxê de ji danê sibehî pê ve bi navberên diyarkirî ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Çiyareş ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin. Êrîşên navborî hê jî didomin.
3. Di 7’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve bi roj saet di navbera 12:00-13:00’an de ji hêla artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Merganîşê ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye li dar xistin.
4. Di 6’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li qada Kirê Kur ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku bi desteka hewayî li dar ketiye, di 7’ê tebaxê de bi paş ve vekişiyaye.
5. Di 5’ê tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Çela Çengê ya bi ser Kato ku girêdayî Colemêrgê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Di operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên dijmin de şer qewimiye û gerîlayên me yên bi navê Sema (Muhsîne Ete ) û Xemgîn (Erhan Şîmşek) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de
Sema |
Xemgîn |
6. Li ser şehadeta gerîlayên me fermandariya me ya navendî bi daxuyaniyekê rêheval Sema û Xemgîn bibîranî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêheval Sema û Xemgîn di têkoşîna afirandina gelê kurd ê bi rûmet û jiyana azad de bi vîna xwe ya azad tevlî bûne û bêyî ku rojek didûlî bikin ji dil bawer kirine û di vê oxirê de şer kirine. Rêheval Sema û Xemgîn wisa bawer dikirin ku mafê her keç û xortê kurdan ê şerkirinê heye. Ji ber vê yekê ev herdu ji bona ku herin warê egîdan û qada navendî ya şerê me yê azadiyê di sala 2009’an de ketin nava lêhûrbûnekê û bi sepandin û xwestekeke mezin vî mafê şer dane pejirandinê. Ev hevalên me yên ku bi vê lêhûrbûna germ çûn qada şer, bi seknên xwe yên zexm û xwestekên xwe hem ji gelê kurd re hem jî ji me gerîlayan re bûn mînak. Her wiha Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di şexsê malbatên Ete û Şîmşek de ji gelê Kurdistan ê welatparêz re sersaxî xwest.
8 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê