HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Di 15’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Faraşîn û Kela Cengê ku girêdayî Colemêrgê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Berfirehiya operasyona ku bi desteka firokeyên kobrayan li dar ketiye, em ê piştre ji rayagiştî re ragihînin.

2. Di 14’ê tîrmehê de ji danê êvarî hetanî danê sibehî artêşa TC’ê Qadên Parastina Medya qada Herkî ku girêdayî Zagrosê ye obûs û hawanan avêtiye. Di encama êrîşan de li erazî şewat derketiye.

16 Tîrmeh 2009

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê