Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Operasyona artêşa TC’ê ku di 15’ê tîrmehê de li qadên Faraşîn û Kela Cengê ya Colemêrgê destpêkiribû, ber bi Kato Marînos, Mezra Marînos û Meydana Zengelê ve hatiye berfirehkirinê.
2. Di 14’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Mergezerê ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona navborî heman rojê bêyî encamek bigire bi paş ve vekişiyaye.
3. Di 11’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qada Şehîd Xebat ku girêdayî Yedîsuya Çewlikê ye operasyonek hatiye li dar xistin. Operasyona ku firokeyên kobra hatiye bikaranîn û bi hawan û obûsan qad hatiye lêxistin de, dijmin bêyî ku encamek bigire di 13’ê tîrmehê de bi paş ve vekişiyaye.
4. Di 10’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Gulav û Geliyê Zarê ku girêdayî navçeya Sasonê ku bi ser Batmanê ve ye operasyonek hatiye li dar xistin û di 13’ê tîrmehê de bi paş ve vekişiyaye.
5. Dji 1’ê tîrmehê de li qada Gozê Serê ku girêdayî Sasona Batmanê ye artêşa TC’ê operasyonek daye destpêkirinê. Di 2’yê tîrmehê de operasyon bi paş ve vekişiyaye.
17 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê