Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di tebaxê de ji hêla artêşa TC’ê ve danê sibehî saet di navbera 04:00-05:00’an de li hember qada Basya ku girêdayî Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
2. Di 8’ê tebaxê de ji hêla firokeyên kobra yên artêşa TC’ê ve qada Elê Kemberê ku girêdayî Gevera Colemêrgê ye bi şev saet di navbera 18:00-19:00’an de hatiye bombebarînkirinê.
3. Di 8’ê tebaxê de ji danê êvarî hetanî ber destê sibê artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Avaşîn ku girêdayî Zagrosê ye daye ber hawan û obûsan.
4. Di 8’ê tebaxê de saet di navbera 08:00-18:30’an de ji hêla artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Gundê Benê û Dola Şîvê ku girêdayî Zagrosê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye li dar xistin.
5. Di 5’ê tebaxê de artêşa TC’ê li hember qada Elîboxazî ku girêdayî navçeya Hozata Dersîmê ye operasyonek li dar xistiye. Artêşa TC’ê ku ji operasyonê encamek negirtiye bi desteka firokeyên kobra di 7’ê tebaxê de bi paş ve vekişiyaye. Di dema xwevekişînê de firokeyên kobra qada eletexmînî bombebarîn kirine û li qadê şewat derketiye.
6. Li navçeya Ovacika Dersîmê ji hêla yekîneyên biçûk ên kotra yên artêşa TC’ê xebatên keşf û kemînavêtinan dikin.
9 Tebax 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê