HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 7’ê Gulanê de li Çewlik’ê li dijî Dola Weskê, Dola Amed, Dola Nexweşxanê û Neqeba Bandozê ku bi ser herêmâ Şehîd Kendal e, ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di 7’ê Gulanê de di saet 24.00’ande ji aliyê helîkopterên kobra herêma operasyonê hatiye bombebarankirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

 

2. Di 6’ê Gulanê de di saet 21.00’ande li Mêrdîn li dijî herêma Sêderiyê ku bi ser Nisêbînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyoneke bi rengê kemîna hatiye lidarxistin. Di encama kemîna dijmin avêtiye de gerîlayekî me giran birîndar bûye. Di navbera gerîla yê me ku dixwestin hevalê me yê giran rizgar bikin û dijmin de pevçûnên dijwar qewimîne. Pevçûnên heta sehara bi dijwarî berdewam kiriye û bi panzêr û leşkeran mudaxeleyê cihê bûyerê kiriye de, du gerîla yê me bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

Kemal Ferzende - Muhammed Süleyman

Navê Kod: Kemal Ferzende
Nav û paşnav: Muhammed Suleyman
Sal û cîhê jidayikbûyinê: 1984 / Hewler
Navê dê û bav: Hanım - Süleyman
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2003 / Hewler
Dîrok û cîhê şahadetê: 7 Gulan 2011 / Nisêbîn, Mêrdîn

Kemal Ferzende – Muhammed Suleyman

Seydo Dersim - Rodi Haci

Navê Kod: Seydo Dersim
Nav û paşnav: Rodi Haci
Sal û cîhê jidayikbûyinê: 1986 / Efrîn
Navê dê û bav: Cîhan - Mustafa
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2001 / Efrîn
Dîrok û cîhê şahadetê: 7 Gulan 2011 / Nisêbin, Mêrdîn

Seydo Dersim – Rodi Haci

3. Di 7’ê Gulanê de di navbera saet 19.00-23.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Bêtalma, Deriyê Dawetiyê, Girê Nêriya, Dola Bêtalma, Dola Alaniş, Bêgla û Girê Partîzan ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

8 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê