HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 5’ê Gulanê de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî gundê Xelatkê, Melavana û Şikeftanê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

2. Di 4’ê Gulanê de di navbera saet 17.15’ande li ser riya Kastamonu- Ankara li quntarên çiyayê Ilgaz ji aliyê yekîneya gerîlayê me li dijî wesayeteke polîsan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de polîsek ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, polîsek jî birîndar bûye.

6 Gulan 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê