HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 26'ê Tîrmehê de di danê êvarî li Elbaka Wanê li dijî Gundê Qaraçî ji aliyê me çalakiyeke serdegirtinê hate lidarxistin. Li vir 2 kesên bi navê Aslan Bayer û Ayhan Taş ê bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dikin û ji bo wan dixebitin hatine binçavkirin.

2. Kontrola gerîlayên me ya li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê di roja pêncemîn de ye. Di 27'ê Tîrmehê de jî li ser riya Şemzînanê û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve kontrola nasname û rê hatiye kirin. 2 helîkopterên kobrayan ên xwestiye mudaxeleyî gerîlayên me bike, rastî bergirîya gerîlayên me hatiye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

3. Di 27'ê Tîrmehê de di saet 19.30'an de li navenda Dersimê li nêzî qereqola Çîçekliyê di navbera gerîlayên me yê YJAStarê û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Piştî pevçûnê di encama bombebarana helîkopterên kobrayan şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

4. Di 27'ê Tîrmehê de di saet 19.30'an de li navçeya Pulura Dersimê li herêma Otlubaşiyê di dijî helîkoptereke skorskyê ya ji bo leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê erzak û cebilxane bar dikirin ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

5. Di 27'ê Tîrmehê de di saet 12.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê di navbera Qereqolên Serê Sêvê û Êrîşê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya du wesayit hate derbekirin de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

6. Di 27'ê Tîrmehê de di navbera saet 08.00-12.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên ji qereqola Oramarê ji bo amadekariya operasyonê derdiketin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin, piştî çalakiyê pevçûneke demkurt qewimiye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ê di vê pevçûnê de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakî û pevçûnan di navbera saetên 19.00-21.00'an de li dijî Girê Geperê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

7. Di 27'ê Tîrmehê de di saet 04.00'an de li Colemergê di navbera navçeyên Şemzînan û Geverê li dijî herêma Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de gelek sewalên gundiyan telef bûye.

28 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê