HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 29'ê Tîrmeh3e de (îroj) di saet 06.00'an de li navçeyaŞemzînana Colemergê di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine li dijî Girê Gumokê operasyonê lidarbixîne û gerîlayên me ve pevçûnên dijwar qewimîne. Di encama vê pevçûnan de yên destpêkê hatine tespîtkirin 15 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Peçvûn û bombebana li herêmê hîn jî bi dijwarî berdewam dike.

2. Di 28'ê Tîrmheê ji saet 18.00'an heta 29'ê Tîrmehê (vê sibê) saet 06.00'an li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Gumokê, Girê Gostê, Genîştepe, Ava Hecîbeg û Gundê Nîrkolaji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama van êrîşan de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.

3. Di 28'ê Tîrmehê ji saet 15.00'an û vir li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Gumokê, Girê Gostê, Genîştepe, Ava Hecîbeg û Gundê Nîrkolaji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşên hewayî tên lidarxistin. Di encama van êrîşan de şewata li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Dİ 27'ê Tîrmehê de li ser riya Wan û Erdîşê li dijî dewriya polîsa ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 polîs hatiye kuştin 2 polîs jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî navenda Wanê operasyonek hatiye lidarxistin. Di 28'ê Tîrmehê de ji saet 03.00'an heta 08.00'an di navbera gerîlayên me û leşkerên dijimin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hevalê Mûnzûr bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê, hevalê Botan - Mehmet Cîn jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.

Nasnameya Hevalên me yê şehîd ketiye;

Nasnav: Munzur Çelê
Nav û paşnav: Hayati olmez
Navê dayik û bav: Maria - Necmettin
Cihê jidayikbûnê: Colemerg


5. Di 26'ê Tîrmehê de di saet 21.45'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî lojmanên polîsan ên Muduriyeta Emniyetê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye, li dijî taxên Geverê jî bi wesayitên zirxî operasyonek lidarxistiye. Herweha gelek embûlans jî veguheztine cihê çalakiyê.

6. Di 28'ê Tîrmehê de di saet 06.00'an de li navçeya Şemzînan Colemergê li dijî Girê Qereqola Garê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi qasî saetekê bi hewan û obunsan hatiye bombekirin.

7. Di 28'ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-20.00'an de li navçeya Şemzînan Colemergê li dijî Tûgaya leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

29 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê