Ji bo çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4’ê Îlonê de di saet 19.50’an de li navenda Dersimê li saheya xaliyan ya li taxa Mûnzûrê li dijî polîsan ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyan de 10 polîs ji aliyê gerîla yê me hatiye kutin, gelek je jî birîndar bûye. Di encama gulebarana yekîneyeke veşartî ya dijmin gerîlayek me birîndar bûye.
Hevalê me yê birîndar yê heta guleya xwe ya dawî li berxwedaye û bi lehengî gihîştiye şahadetê. Nûçeya di çapemeniya dijmin de di derbarê mirina hevsera qomîser derbas dibe, tu têkiliya gerîla ye me pê nîne. Jina jiyana xwe ji dest daye di encama gulebarana dijmin de qewimiye. Piştî çalakiyê ketin û derketina bajêr ji aliyê dijmin hatiye qedexekirin û li dijî herêmên Serkeftin, Kirmizidag, Anafatma, Çotluk û li derdora navende operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdwam dike.
Nasnameya gerîla yê me yê gihîştiye şahadetê;
Navê kod: Rojhat Maku |
Rojhat Maku – Kawus Dellaimilan
2. Di 4’Ê Îlonê de li navçeya Dara Hênê ya bi ser Çewlikê li dijî kolika ewlehiya avahiyên qeymeqamiyê digire, ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
3. Di 4’ê Îlonê de di derdora saet 15.30’an de li navçeya Bêşebap a bi ser Şirnexê ye li dijî herêma Kato Jîrka ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.
4. Di 4’ê Îlonê de ji saet 20.00’an heta 5’ê Îlonê saet 01.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî paleyên Karker û herêma Şehîd Berîtan ku bi ser Xakurkê ye û li dijî Girê Şehîd Şerif, Neqeba Sinînê û herêma Kolîtê ku bi ser Xinêrê ye ji aliyê Artêşa Îranê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de du gundiyêk bi navê Emîne Siddik jiyana xwe ji dest daye û du gundî jî birîndar bûye.
5. Di 4’ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Reş, Masîro û Girê Partîzan ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
6. Di 3’ê Îlonê de di derdora saet 08.30’an de li navçeya Tetwanê ya bi ser Bedlîsê li dijî 2 maşînên bi zirx û otobusekê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, 6 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê bi piştgiriya helîkopterên kobra li dijî herêmê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
7. Di 3’ê Îlonê de di saet 17.00’an de li navçeya Gimgimê ya bi ser Mûşê ye li dijî herêmên Geyiksû, Çatax û Koxê ji aliyê gerîla yê me du çalakiyên hevwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyan de 6 leşkerê dimin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin 3 jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê li dijî herêmên herêmên Hopû, Paxiran, Babaocagı, Kevirê Spî, Merkezpinar û Çataxê bi berfirehî berdewam dike.
5 Îlon 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê