HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 28’ê Tebaxê de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li herêma Rûbarokê di navbera gerîla yê me û Artêşa TC’ê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de du gerîla yê me yê bi navê Dilşad û Dilbirîn bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.

Di pêvajoyeke ku Artêşa TC’ê ya dagirger û hukumeta AKP’ê li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê îmha ya gelemperî ferz dike, em bang li gelê xwe dikin da ku bi ruhê serhildanê xwedî li ewladên xwe yê mêrxas derbikevin.

 

Nasname ya gerîla yê me yê şehîd ketine;

Dilbirîn Kazi - Kimuwerz Alayar

Navê Kod: Dilbirîn Qazî
Nav û Paşnav:: Kiwumerz Alayar
Sal û cihê jidayikbûnê: 1985, Sine
Navê Dayik û bav: Hesib - Abdullah
Sal û cîhê jidayikbûnê: 2009 - Sine
Dîrok û cîhê şahadetê: 28 Tebax 2011 / Şemzînan, Colemerg

Dilşad - Murad Boral

Navê Kod: Dilşad Berxwedan
Nav û Paşnav: Murat Boral
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1989, Êlih
Navê dayik û bav:: Guler - Mehmet Zaman
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2008, Êlih
Şah Dîrok û cîhê şahadetê: 28 Tebax 2011 / Şemzînan, Colemerg

2. Di 2’ê îlonê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li Kato Marîosa bi ser Colemergê ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata li Deriyê Zêv, Deriyê Gêrê Berana û Deriyê Şehîdan hîn jî berdewam dike.

3. Di 2’ê Îlonê de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li nêzî Gunde Navreza teqînek pêk hatiye û di encama wê de gundiyek birîndar bûye. Tu têkiliya me bi vê teqînê nîne. Ev dafik a ji aliyê Artêşa TC’ê bi armanca provakasyon û reşkirinê hatiye bicîh kirin û tu têkiliya gerîla yê me bi vê nîne.

3 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê