Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Cotmehê de di saet 17.10'an de li navenda Dersimê li dijî nuqteya polîsên tevgera taybet ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de polîsek hatiye kuşin.
2. Di 24'ê Cotmehê de di saet 17.00'an de li herêma Madûrê li dijî helîkoptereke skorsky a ji navçeya Qaxizmana Qersê ber bi navçeya Zêdkana Agiriyê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye li Agiriyê daxîne.
3. Artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Kizil û Gundê Çermê ya li çiyayê Agiriyê ye kemînan vedide û hewldanên keşfê berdewam dike.
25 Cotmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê