HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 20'ê Cotmehê de di Mûşê li dijî herêmên Kizilagaç, Zengok û Kozmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan û wesayitên zirxî bi dijwarî hatiye bombekirin pişt re li herêmê operasyonek lidarxistiye. Operasyon di 23'ê Cotmehê de paş de vekişiyaye.

2. Di 22'ê Cotmehê de li navçeya Elbaka Wanê li tevlêbûna li dijî herêma Masîro bi tevlêbûna cerdewanên Xaçkanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 23'ê Cotmehê de paş de vekişiyaye.

3. Di 22'ê Cotmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî helÎkoptereke kobra ya xwestiye ji herêma Şehîd Kendalê sînor derbas bike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

4. Di 23'ê cotmehê de di navbera saet 19.00-20.00'an de li Şemzînana Colemergê li dijî herêma Gostê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

5. Di 23'ê Cotmehê de di saet 13.30'an de li navçeya Goleya Erdexanê li nêzî gundê Akyolê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li herêmê derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin hatiye kuştin 4 leşker jî birîndar bûye.

24 Cotmeh 2012

Navenda Çapemeni-Ragihandin a HPG'ê