Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Celal û Şehîd Azîz gerîlayên me di navbera Dersim û Erzinganê de hin rêze çalakî lidarxistine.
Di vê çarçovê de di 22'ê Îlonê de di navbera saet 17.00-24.00'ân de li ser riya Dersim -Erzinganê li derdora Kirmizikopruyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 100 wesayit hatiye rawestî, nasname hatiye kontrolkirin û gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de 2 tirên şîrketê taybet ên bi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike hatiye şewitandin û rûxandin.
Bi awayeke hemwext li sêgoşeya Dersim, Qisle û Pulemurê li dijî qerqola Yolçati û nuqteya kontorlê ya ji aliyê leşkerên vê qereqolê ve hatibû sazkirin, ji aliyê gerîlayên me çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin. Leşkerên di hundirê 2 panzer û akrebekê ya li nuqteya kontrolê radiwestiyan di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me nekarîne bersiv bidin û xwe li hundirê wesayitan kîlîtkirine. Di encama vê çalakiyê de 6 çeperên dijmin li gel leşkerên tê de hatiye rûxandin, 10 leşkerên dijmin ê bi çav hatiye dîtin hatiye kuştin, 10 leşker jî birîndar bûye.
Li dijî girên ewlekariya Qereqola Yolçatî digire ji 3 baskan, li dijî çeperên qereqolê jî ji 4 baskan ji aliyê gerîlayên me ve bi bandor hatiye lêdan, di encama van lêdanan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di vê çalakiyê de gerîlayên me çekek otomatîk a G3, li gel rextê xwe yê tije 1 çeka melez a HK33, dûrbîneke şev û lazerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Herweha fermandarê qereqola Yolçati jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan.
Li dijî çeperên baregeha qereqola Kutudereyê ji aliyê gerîlayên me ve ji du baskan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin bi 8 embûlans û gelek wesayitên sivîl kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Ji piştî çalakiyê heta danê sibê ya 23'ê Îlonê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî herêmê bê ser û ber bombebaran kiriye.
Nuqteya kontrolê ya ji aliyê gerîlayên me li ser riya Dersim - Erzinganê daniye û herêm hîn jî di bin serweriya gerîlayên me de ye.
2. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn de gerîlayên me li ser riya Çewlik, Elezîz û Amedê de hin rêze çalakî lidarxistine.
Di 21'ê Îlonê de di saet 06.30'an de li bajaroka İlicalar a Çewlikê li dijî 10 hezar leşkerên li dijî herêmên Şehîd Serxwebûn û Terkanê derketibûn operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin herweha pevçûnek demkurt jî qewimiye. Di encama çalakî û pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Piştî çalakiyê ji aliyê helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin. Di heman rojê di saet 09.30'an de li dijî yekîneyeke din a dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de sercerdewanek û leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê helîkoterên kobrayan herêm bi dijwarî hatiye bombekirin û operasyon herêmên Şehîd Qehreman, Şehîd Rojger, Dallitepe, Gol, Axpîk, Kamyun, Koz, Neqeba Çam û Ozgur girtiye nava xwe û hatiye berfirehkirin.
Di operasyona herêm him ji hewayî û him jî ji bejahî bi dijwarî dihate bombekirin, di saet 18.00'an de yekîneyeke dijmin ê dixwest ji girê Şehîd Felat xwe berde eraziyê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di encama vê çalakiyê de du leşker hatine kuştin. Di navbera gerîlayên me û yekîneyeke din a dijmin ê hatiye mudaxeleyê pevçûneke nîv saetê qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Heta 01.00'ê şevê li dijî gelek deverên herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di 22'ê îlonê de di saet 16.30'an de helîkoptereke skorsky ya dijmin jî navserên Şehîd Qehreman de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Helîkoptera derbe xwariye bi lez ji herêmê hatiye dûrxistin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di 22 Îlonê de di saet 19.00'an de piştî bombebarana dijwar a helîkopterên kobrayan dijmin beşeke mezin a hêzê xwe paş de vekişandiye. Hewldanên keşf û kemîn vedana dijmin a li herêmê hîn jî berdewam dike.
Di 21'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li navçeya Miyaran (Aricak) li dijî helîkoptereke skorskyê ya dixwest li qereqola bajaroka Berikê daxîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di heman demê de leşkerên di nava qereqolê de jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di encama van çalakiyan de leşkere hatiye kuştin, helîkoptera skorsky jî naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Piştî çalakiyê liş dijî derdora qereqolê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bê ser û ber hatiye bombekirin.
Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-19.00'an de li navbera navçeya Pîran û bajarokê Berik ê bi ser navçeya Miyarana Elezîzêye ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
3. Di 21'ê Îlonê de di saet 09.30'an de li Sêrtê li herêma Bilikê ya bi ser Garisayê ve li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li dijî herêma Garisayê derketibûn operasyonê de ji aliyê gerîlayên me ve di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşekrên dijmin hatiye kuştin, çawuşeke pispor û cerdewanek jî birîndar bûye.
Artêşa dagirker a tirk ê li beramberî tevgera şoreşgerî de serweriya xwe ya li herêmê wenda kiriye di 23 Îlonê (îroj) danê sibê de li navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî Geliyê Setkarê operasyonek lidarxistiye. Di 23'ê Îlonê (îroj) di saet 06'an de li dijî herêma Kato Jîrka ya bi ser Elkê ye bi helîkopterên kobrayan û balefirên şer hatiye bombebarankirin. Dîsa di heman rojê di navbera saet 07.00-08.00'an de li dijî Zozanên Laleşînê bi helîkpterên kobrayan hatiye bombekirin.
4. Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li xeta naçveyên Şemzînan, Gever û Çeleya Colemergê kontrolên rê yên asayî berdewam dike. Di vê çarçovê de di 22'ê Îlonê de di navbera saet 06.00-12.00'an de li ser riya Gever - Oramarê li herêma Geliyê Doskiyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatiye rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Di 21'ê Îlonê de 22.30-23.00'an li ser riya Colemerg û Çelê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestine derkevin operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, herweha rêhevaleke me jî gihîştiye şahadetê. Piştî pevçûnê li dijî herêmê ji aliyê dijmin ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Wê nasnameya gerîlayên me yê gihîştiye şahadetê dema hate zelalkirin wê were eşkerekirin.
Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 22.00-22.30'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî girê Gepera Oramarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Herweha di navbera saet 09.00-15.00'an de bi hewan û obusan di navbera saet 21.00-22.00'an jî bi helîkopterên kobrayan li dijî çiyayê Çarçelayê bombebaran hatiye lidarxistin.
Artêşa dagirker a tirk ê li dijî herêma Çelê bombebaranên xwe berdewam dike, ji 21'ê Îlonê ve li dijî Geliyê Zap'a Çelê bi dijwarî bi hewan û obusan tê bombekirin.
23 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê