Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Îlonê de di saet 17.00'an de li dijî helîkoptereke ji navçeya Qaxizmana Qersê ber bi Agiriyê ve diçû li nêzî quntarên Aşikdedeyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye li qereqola Çemê Çeto bi lezgînî dakeve.
2. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanc de gerîlayên me di 23'ê Îlonê de di navbera saet 14.00-17.30'an de di navbera navçeyên Pasûr û Hezoya Amedê de rê kontrol kirine. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Di 22'ê Îlonê de di navbera saet 13.00-14.00'an de li dijî herêmên Girê Bîrazeynê, Geliyêş Bêşûştê, Paleyên Zaxtê yên bi ser navçeya Pasûra Amedê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin.
3. Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Zîlan, Şehîd Azîz û Şehîd Celal de di 22'ê Îlonê de riya di navbera Dersim û Erzinganê di saet 17.00'an de kete bin kontrola gerîlayên me heta dotira rojê heman saetê berdewam kir.
Di 23'ê îlonê de di saet 18.30'an de li navenda Dersimê li dijî Tabûra Komandoyan a li herêma Bestê (Geyiksû) yê ye ji aliyê gerîlayên me ve ji 3 baskan ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di derbarê çalakiya berdewam dike encamên wê dema hate zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.
Artêşa dagirker a tirk li nêzî qereqola Yolçati ya berî çend rojan çalakî lidarxistibû ji aliyê 20 helîkopterên skorskyên 12 helîkopterên kobrayan ewlekariya wê digirte li herêmê daxistine.
4. Di 22'ê Îlonê de di saet 21.00'an de li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeyê ya herêma Wanê polîsek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.
5. Artêşa dagirker a tirk a li beramberî serweriya gerîlayên me yê li xeta Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê tengav bûye, ji bo kontrolên asayî yên gerîlayên me asteng bike ji 23'ê Îlonê ji saet 05.00'an heta 24.00'ê Îlonê saet 05.00'an riya Gever û Oramarê li çûn û hatinê qedexekiriye.
Di 23'ê Îlonê de ji saet 12.00'an heta 24'ê Îlonê 05.00'an li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Ev hefteyeke li navçeya Gevera Colemergê li dijî Dola Sertêl, Girê Çeta û Deriyê Goma ji aliyê artêşa dagireker a tirk ji qereqola Şitazinê ve bi hewan û obusan bi navber tê bombekirin.
6. Di 21'ê îlonê de di navbera saet 22.30-23.00'an de li navçeya Çelê ya Colemergê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimî bû. Me dabû diyarkirin ku di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me bi lehengî şer kiribû û gihîştiye şahadetê. Nasnameya Rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê;
Nasnav: Agir Şiyar |
7. Di 22'ê Îlonê de li navçeya Payizavaya Wanê li dijî Qereqola Qesrokê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
8. Di 22'ê îlonê de di navbera saet 15.00-17.00'an de li navbera Mûş û navçeya Pasûra Amedê
de di dema rê kontrolkirina gerîlayên me yê YJA Starê du mamoste hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsînên wan qediyan serbest hatine berdan.
24 Îlon 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê