HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gellême ye welatparez û raya gîştî re!

Çalakiya li dêrsimê dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide
Ev çalakî, her çiqasî ji derveyî agahiya fermandariya me ya qadê hatibe kirin jî, bi ruh û cesareta hilgirtiye sekneke ku dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide.

Di 4’ê Îlonê 2 gerîlayen me ji derveyî agahî û erêkirina Fermandariya Qada Dêrsimê li hember Qereqola Nafî Karabûlût a li navenda Dêrsimê çalakiyek pêk anîn. Li hember hovîtiya polîsên AKP’ya faşîst ên li çar aliyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk tînin, gerîlayên me ev çalakî pêk anîn kulubeya polîsan a li ber qereqolê hedef girtin.Di encama pevçûnên li vir derketine li gor daxuyaniya dewletê polîsek hatiye kuştin, 3 polîs jî birîndar bûn. Di pevçûnên dijwar de yek ji hevalê me ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe ya destan di xwe de teqand. Di vê çalakiyê û encama wê de hevalê me Rêzan Erzurum (Ridvan Îpek) gihiştiye şehadetê, hevalê me Brûsk Dêrsim (Baran Çetînkaya) bi giranî esîr ketiye destê dijmin.

Ev çalakî her çiqasî  ji derveyî agahiya fermandariya me ya qadê hatibe kirin jî, bi ruh û cesareta hilgirtiye sekneke ku dilsoziya mezin a bi gelê me re nîşan dide. Em hevrale xwe Rêzan Erzurum ê di vê çalakiyê de şehîd ketiye bi rêz bibîr tînin, em soz didin ku bîranîna wî bi serketina têkoşîna azadiya Kurdistan bidin jiyîn.

Piştî vê çalakiyê gelê me yê Dêrsimê li gerîlayên xwe xwedî derketine, tevî hemû êrîşên polîsên AKP’a faşîst û tehlÎkeyên zêde jî mudaxeleyî bûyerê kirin. Piştî vê pevçûnê xwedîderketina gelê me yê Dêrsimê li zarokên xwe sekneke bi rûmet e. Ev helwesta gelê me ji serhildanên Gever, Cizîrê û Farqîn di serî de li yên her çar parçeyên Kurdistanê re silavek e.

Birêveberina têkoşîneke layiq a ji vê silava germ re û gelê Kurd gihandina azadiyê wezîfeya herî girîng a gerîlayê Kurdistanê ye. Em welatparêza me ya ciwan Ayten Gulhan a di encama van bûyeran de ji aliyê polîsên AKP’a faşîst ve hat qetilkirin bi rêz bibîr tînin, em ji malbata Gulhan û gelê Dêrsimê re sersaxiyê dixwazin. Em şifayê ji hevrêyê xwe Brûsk Dêrsim ê bi birîndarî êsîr ket û welatparêzên me yên Dêrsimê re dixwazin.

Nasnamê ya hevalê me yê şehîd ket wihaye :

rezan rıdvan_small

 

 

 

 

Nasnav: Rêzan Erzurum
Nav û Paşnav: Ridvan Îpek
Cihê Jidayikbûnê: Erzurum
Navê dayik  û bav: Adule – Ramîs
Dîroka û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2015 / Dêrsim

 

Nasnamê ya  hevalê me yê bi birîndarî êsîr ket wihaye :

Nasnav: Brûsk Dêrsim
Nav-Paşnav: Baran Çetînkaya
Cihê Jidayikbûnê: Dêrsim
Navê dayik-bav: Fadîme – Mehmet

5 Îlon 2015
Fermandarîya Biryargeha Navenda  Parastina Gel