Jî çapemenî û raya gîştî re!
Di çalakiyên li gelek navendên Bakurê Kurdistanê de, li gorî encamên hatin zelalkirin 1 jê serpel 8 leşker mirin, 2 leşker birîndar bûn. Gerîlayên me ji sê baskan ve li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Pîranê çalakî lidar xistin.
Di roja 3'ê Îlonê de saet di 18:00 de li hemberî Qereqola Şutê ya li ser sînorê herêma Zapê bi çekên giran û sûîqestê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek, di çalakiya bi çekên giran de jî 2 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû.
Di 3'ê Îlonê de saet di navbera 02:00-03:00 de gerîlayên me li ser rêya nabera gundên Aşut û Aruş ên navçeya Colemêrg Çelê, çalakiya sabotajê pêk anîn û çûn û hatina rê girtin. Hêzên me yên gerîla li vê derê rêya navbera Qilaban û Katoyê xistine bin kontrola xwe.
LI DIJÎ QEREQOLA GARÊ ÇALAKIYA BI HAWANAN
Di 3'ê Îlonê de saet di navbera 13:00-15:00 de hêzên me yên gerîla bi hawanan li dijî Qereqola Garê çalakî pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Li dû çalakiyê qereqola Garê obus û hawan avêt Girên Konserve û Genîş; li herêmê balafirên şer geriyan.
Di 3'ê Îlonê de saet di navbera 09:00-10:00 de, ji bo girên ser bi Qereola Grana ya li ser sînorê herêma Avaşînê ye leşker hatine veguhastin. Hêzên me yên gerîla, di dema veguhastinê de li hemberî artêşa TC a li ser giran civiyan bi çekên giran û ferdî çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de windahiyên artêşa TC çêbûn, lê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.
Di 3'ê Îlonê de saet di navbera 13:30-14:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li wesayîteke zirxî ya hewl dida biçe qereqola Elemûn a li ser sînorê herêma Metîna,. derb li vê wesayîtê ket, lê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.
Di 2'ê Îlonê li navçeya Mêrdîn Dêrike, saet di 18:30 de ji bo bîranîna ciwanê bi navê Mazlûm Tûran ê li Qoserê hat qetilkirin, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li pêşiya gundê Haramî, dema wesayîta zirxî ya bi tîpa kobra derbas dibû, teqemenî hat teqandin û wesayît li vir îmha bû. Di vê çalakiyê de 3 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî ku artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe rakir Nexweşxaneya Dêrikê, nexweşxane li sivîlan hat girtin û enqaza wesayîta zirxî jî bi vînçê hat rakirin.
STASYON BAZ A LI NISÊBÎNÊ HAT RÛXANDIN
Di 2'ê Îlonê de saet di 19:30 de stasyona bazê ya Vodafone ya li nêzî gundê Cinatê yê Nisêbînê, bi çalakiyeke sabotajê ya gerîlayên me re bi temamî hat rûxandin.
Di roja 3'ê Îlonê de saet di 14:00 de hêzên me yên gerîla li rêgeha di navbera Qereqola Akşîn û Qesrokê yên navçeya Wan Payîzavayê, kontrola nasnameyan kirin. Li vê derê 20 wesayît hatin sekinandin û cerdevanekî li kontrola li vir aliqî, li pêş gel rexnedayîna xwe da û serbest hat berdan. Di çalakiya ku heta saet 18:00 di bin kontrola gerîlayen me de mayî, wesayîteke şîrketeke taybet a AKP'ê hat desteserkirin û şebekeya înternet û telefonê ya diçe ji qereqolê re hat îmhakirin.
Di roja 3'ê Îlonê de saet di navbera 14:00-16:00 de li ser rêya Miks û Wanê hêzên me yên gerîla kontrola nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kir.
RÊYA SILEHÊ-ÇELÊ EV 5 ROJ IN DI BIN KONTROLA GERÎLAYEN ME DE YE
Di roja 1'ê Îlonê de saet di 22:00 de, li navçeya Sêrt Berwariyê, tîmeke me ya gerîla ku li nêzî stasyona bazê bi wezîfeya xwe radibû, bi kemîna artêşa Tirk hesiya û li vê derê şer derket. Ji cihekî nêz derb li leşkerên ketibûn kemînê hat xistin û di encamê de yek jê serpel 2 leşker hatin kuştin.
JI BO GERÎLAYÊN ME EN ŞEHÎD KETINE ÇALAKIYA BÎRANÎNÊ
Di roja 3'ê Îlonê de saet di 09:30 de li hemberî wesayîteke zirxî ya bi tîpa akrep a diçû pêşiya navçeya Mêrdîn Kerboranê, hêzên me yên gerîla, weke helwestek li hemberî tecrîda li ser Rêbertî û bîranîna hevrê Şehîd Amara û Şehîd Kerîm ên li Cûdî şehîd ketin, çalakiya sabotajê pêk anîn. Wesayîta zirxî di vê çalakiyê de bi temamî hat rûxandin û 4 polîs hatin kuştin. Polîsên hatine kuştin; Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Îbrahîm Halîl Aksoy, komîser Akîf Hatûnoglû, M. Huseyîn Balta û Ahmet Akalin e.
LI HEMBERÎ MIDÛRIYETA EMNIYETÊ YA PÎRANÊ JI SÊ BASKAN VE ÇALAKÎ HAT LIDARXISTIN
Di roja 2'ê Îlonê de saet di 20:00 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya li navenda navçeya Amed Pîranê, ji sê baskan ve hêzên me yên gerîla çalakiyek lidar xistin. Baskê yekemîn bi çekên giran û ferdî Midûriyeta Emniyetê hedef girt. Di çalakiya bi derbên roketan destpê kir de 5 roket li qatên duyemîn û sêyemîn ketin û ev qat şewitîn. Baskê duyemîn jî bi çekên giran û ferdî kulûbeya Qeymeqamî diparast hedef girt. Li vê derê, wesayîteke zirxî ya ji bo destwerdanê hat bi çekên giran û ferdî vê hat le dayîn û hat rûxandin. Baskê sêyemîn jî li lojman û edliyeyê xist. Di vê çalakiyê de gelek kuştî û birîndar hene, lê hejmar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin.
Di 2'ê Îlonê de saet di navbera 20:00-21:00 de li ser rêya navbera Çewlik û Kanîreşê, li zêdeyî 100 wesayîtan kontrola nasnameyê hat kirin û gel hat agahdarkirin.
Di 3'ê Îlonê de saet di navbera 22:00-23:00 de tîmeke me ya gerîla li hemberî stasyonên baz ên Turkcell, Vodafone û Avea yên di navbera gundên Alîbîr û Az ên Çewlikê de ne, çalakiya sabotajê pêk anî û di encamê de her sê stasyonên baz hatin rûxandin.
Di roja 3'ê Îlonê de saet di 20:00 de li ser rêya Mûş-Kopê, gerîlayên me li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa kîrpî çalakiya sabotajê kirin. Detayên vê çalakiyê wê piştre bê aşkerakirin.
Di roja 1'ê Îlonê de di çalakiya hêzên me yên gerîla ya li hemberî qereqoleke polîsan a li navenda Êlihê de, di encama derbên bi bandor de komîserê qereqolê, alîkarê wî û 2 polîs hatin kuştin, 3 polîs birîndar bûn. Di vê çalakiyê de hevalê me Serkan Çapan bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.
Hevrêyê me Serkan ê di sala 2005'an de tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de weke milîtanekî bi biryar, temsîla cesaretê û bicihanîna wezîfeyan bêteredût, ji aliyê hevalên xwe ve dihat naskirin. Wezîfe li ku bûya, merc çi dibû bila be, zehmetî û bêderfetî hebe jî, ew bi biryardarî ber bi serketinê ve meşiya. Ji ber ku li cihê hevrê Serkan lê bû, tiştekî bi gotina 'nabe û nayê kirin' nîne.
Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de, weke fermandarekî rastî yê dilnizm û bi sekna têgihiştî, dibû mînak. Hevrê Serkan weke kesayetekî şoreşger ê PKK'yî û endamekî her serketî cihê xwe di dilan de girt. Bi van taybetmendiyên xwe yên bijarte re, li qada dawî ya wezîfeya xwe, di şerê li dijî polîsê TC de bi lehengî li ber xwe da û şehîd ket.
sîcîla hevalê me yê şehîd wihaye ;
Nasnav: Serkan Elazig
Nav-Paşnav: Serkan Yeşîlkaya
Cihê jidayikbûnê: Elezîz
Navê dayik û bav: Yuksel – Hayrettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Îlonê 2015 / Êlih
RÊYA BEDLÎS-XÎZAN, TETWAN-XÎZAN JI 12’Ê TEBAXÊ VE DI KONTROLA GERÎLAYAN DE YE
Ji 12’ê tebaxê ve rêyên Bedlîs-Xîzan, Tetwan-Xîzan bin kontrola gerîlayen me de ne.
Artêşa TC 1’ê Îlonê de li gundên Hallaç û Tewlê yên navçeya Bazîdê ya Agiriyê li 2 giran tank bi cih kirin û xwestin van giran bigirin. Tevgera artêşa TC ya li vir bi girtina rêyên gundên derdor û bi zexta li sre gundiyan didome.
Di 1’ê Îlonê de danê êvarî li hember tîmek gerîlayên me yên ji bo erkê diçûn navçeya Qaraqoyinlî ya bajarê Îdîrê, polîsên derdorê erîş kirin û di encam de pevçûn çêbû. Di vê pevçûnê de polîsek hat kuştin. Di vê pevçûnê de gerîlayekî me jî birîndar bû.
LI OSMANİYÊ LI HEMBER RÊYA TRENÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Di 3’yê Îlonê de saet 10.40’î hêzên me yên gerîla li hember rêya trenê ya li qada Kanligeçît a girêdayî Osmaniye çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Rêya trenê ya li ser pirê re derbas dibû dema tren derbas dibû hat teqandin, di vê çalakiyê de 4 vagon hatine îmhakirin û gelek vagon jî hatine derbekirin.
Di 4’ê Îlonê de sibehê saet di navbera 06.00 û 06.30’î de qada Geliyê Mûnzûr ê girêdayî Dêrsimê ji aliyê du helîkopteran ve rasterast hatiye gulebarankirin. Piştî gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane helîkopter ji herêmê dûr ketin.
Ji 12’ê Tebaxê ve rêya Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim Pilûr di kontrola gerîlayên me de ye.
Li Herêmên Gerîlayen Me Tevgera Hewayî Didome
Balafirên şer ên artêşa Tirk girên Geliyê Doskî, Bînbîr û Glort ên Geverê bombe kirin. Di 4’ê Îlonê de saet di navbera 02.00 - 11.00’an de li ser xeta sînorê Avaşîn, di navbera 3’yê Îlonê de saet 16.00 û 4’ê Îlonê saet 11.00’an de li herêma Metîna, di 3’ê Îlonê di navbera saet 07.00 - 08.30 û saet 16.00 - 17.00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîn.
Di 3’yê Îlonê de saet di navbera 19.00 - 20.00 li qada Lameç a girêdayî navçeya Pulemûr a Dersimê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîn.
Dîsa 3’yê Îlonê de saet di navbera 14.00 - 15.00’an de li herêma Avaşîn, saet di navbera 19.00-20.00’an de Metîna û Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa T.C rû da.
Di 3’yê Îlonê de saet di navbera saet 15.00 - 16.00’an de qadên Geliyê Doskî, Bînbîr û girên Glort ji aliyê balafirên şer ên artêşa TC bi piştgiriya pêgerên hewayî bomberdûman pêk anîn.
Di 4’ê Îlonê de saet di navbera 02.30 - 06.30 de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê qada Şehîd Bager a li ser sînorê Avaşîn bi obus û hawanan bombe kir.
Di 3’yê Îlonê de saet di navbera 15.30 - 16.00’an de qereqolên Elemûn û Yekmalê yên li ser sînorê herêma Metîna Tepê Dêrsim û Xabûra 3. bi obus û hawanan bombe kir.
Di 1’yê Îlonê de qerqola Bîlîcan a li ser sînorê herêma Zapê; qadên Tiyarê û Gisê bi obus û hawanan bombe kir. Her wiha artêşa TC ji bo welatiyên li gundê Tiyarê ûGisê derkevin zextê dikin.
4 Îlon 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG