ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 17’ê Tebaxê de saet 20.00’an artêşa TC a dagirker ji Qereqola Oremar a li ser xeta sînorê navçeya Colemêrgê Geverê ‘Girê Şehîd Şiyar’ ê li ser xeta sînor ê Herêmên Parastina Medya bi topên obûsan topbaran kiriye. Her weha di 17’ê Tebaxê ji saet 20.30’an heya saetên daxuyanî hat dayîn balefirên bê mirov yên Keşfê ên aîdê artêşa TC a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medya Herêma me Zagrosê geriyane.
2. Di roja 17’ê Tebaxê navbera saet 21.00 û 23.00 û 18’ê Tebaxê navbera saet 03.00 û 07.00’an balefirên bê mirov yên Keşfê ên aîdê artêşa TC a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medya Herêma me Avaşîn geriyane. Disa di 18’ê Tebaxê saet 09.00’an heya saetên daxuyanî hat dayîn gera balefirên bê mirov yên Keşfê ên aîdê artêşa TC a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medya Herêma me Xakurkê berdewam dike, her weha di 17’ê Tebaxê navbera saet 14.00 û 18.00 û 21.00 û 23.00’an balefirên bê mirov yên Keşfê ên aîdê artêşa TC a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medya Herêma me Zap û li ser xeta sînorê navçeya Colemêrgê Çelê gerên keşfê pêk anîne.
3. Di van çend rojên dawî de li bejahiya gundê Derede û Qereqola Hasan Gazî ya girêdayî navçeya Dêrsimê Pilemurê hinek yekîneyên artêşa Tirk xebatên kemîndanînê meşandine.
18 Tebax 2014
Navenda çapemenî û ragahandinê-HPG