ji çapemenî û raya giştî re!
Duh (19’ê Tebaxê) piştî êrîşa artêşa Tirk a li hember Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar û dîsa êrîşa li vir a li hember gelê me hêzên me yên gerîla bi armanca hişyarî û mîsîlemeyê hin rêzeçalakî pêk anîne.
1. Hema piştî êrîşa li hemberî Şehîdgehê û gelê me hêzên me yên li herêmê ji 5 milan ve mudaxele kirine. Di encama mudaxeleyê de gelek wesayîtên zirxî û du helîkopterên kobra hatine derbkirin. Wesayîtên kar ên ji bo xerakirina Şehîdgehê anîne, hatine rûxandin. Her wiha hatiye dîtin ku artêşa Tirk windahî û birîndar dane. Piştî mudaxeleyê hêzên dijmin ji qadê vekişiyane, piştî vekişînê derdora Şehîdgehê hatiye şewitandin.”
2. Di 19’ê Tebaxê de di saetên nîvro de hêzên me yên gerîla li hemberî Qereqola Malabadî ya girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê çalakiyek bi çekên giran û ferdî pêk aniye. Hatiye dîtin di encama çalakiyê de gelek leşker birîndar bûne.
3. Di 19’ê Tebaxê de saet nêzî 12.00’an li hemberî girê ewlekariyê yê aîdî tabûra leşkerî ya li navenda Licê ji aliyê gerîlayan ve êrîş pêk hatiye. Di encama vê çalakiyê de hatiye dîtin ku du leşker mirine û gelek jî birîndar bûne.
4. Di 19’ê Tebaxê de saet nêzî 12.00’an li herêma gundê Fîsê ya girêdayî Licê helîkopterek kobra ku bi armanca êrîşê gel bike hat qadê, ji aliyê hêzên gerîla yên li qadê ve hat derbkirin. Helîkopter neçar ma paşde bizivire.
5. Di 19’ê Tebaxê de saet nêzî 14.00’an di navbera navçeya Mehmûdî ya Wanê û Kapikoy dema wesayîtên zirxî yên leşkerî derbas dibûn hêzên me yên gerîla ji bo bîranîna Mehdîn Taşkin ê li Licê jiyana xwe ji dest da çalakiyek li dar xistin. Di encama wê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û hejmara birîndaran zelal nebû.”
20 Tebax 2014
Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG